Cotkarên Rojavayê Kurdistanê amadekariyên demsala çandiniyê dikin

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê piştî barana yekem cotkar dest bi avêtina tov ji bo çandina berhemên zivistanî ji bo mûsimê 2021 dikin.

Îbrahîm Berî cotkarê 50 salî xwedî 100 donim erd e li gundê Elî Fero li rojavayê bajarê Qamişlo, ji bo her donimekî pêwistiya wî bi 22 kîlo tov heye, lê wî ji bazirganan bi nirxekî bûha, yek kîlo bi 470 lîreyên sûrî, kiriye.

Cotkar Îbrahîm Berî dibêje, “Mesele ne meseleya genim bi tenê ye, giş bûha ne, kîloya nîskan niha bi 1500 ye, helbê nayê kirîn, reşreşik nayê kirîn, kemûn nayê kirîn gerek rê liber bazirganan bê girtin.”

Ji bo ku rê li ber bazirganan bigire, Rêveberiya Xweser tovê genim bi 360 lîreyan difroşe cotkarên Rojavayê Kurdistanê.

33hezar donim zeviyên genim li gundewarê Qamişlo hene, ew cotkar dikarin di rêya anîna belgeha mulkiyeta erd, pişka xwe ji mazot, semad û tov ji encûmena çandiniya Qamişlo bi nirxekî ji nirxê bazara reş erzantir werbigirin.

Mutez Ehmed, Hevserokê Komîteya Çandiniya Qamişlo dibêje, “Tov û semad û mazot tê belavkirin bi ser cotkaran de, wek hemahengî bi yekîtiya cotkaran re, heya niha 450 ton tov hatiye belavkirin bi herdû cûreyên xwe yên nerim û yên hişk, semad ya yoriya ya buharî heye lê hîn me destpê nekiriye, bûharî emê bidin, niha ya gerim tê belav kirin.”

Herî kêm ji sedî 60 xelkên Rojavayê Kurdistanê li ser berhemên zivistanî aboriya xwe ya salê dabîn dikin ku piraniya wan genim diçînin û berhemên genim di sala derbasbûyî de li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, giheşt 591 hezar ton.