Parlamenterê Tirkmen di Parlamentoya Kurdistan de bi Tirkmenî sond xwar

06-11-2018
RÛDAW
Nîşan Parlamento Kurdistan Sondxwarin Aydin Maruf Tirkmen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Hewlêrê yê Eniya Tirkmenên Iraqê Aydin Merûf li parlamentoya Herêma Kurdistanê di merasima sondxwarinê de bi Tirkmenî sond xwar.

 

Piştî ku endamên parlamenteriyê ya Kurdistanê bi fermî hatin eşkerekirin îro Sêşembî (06-11-2018) yekem civîna gera pêncan a parlamentoya Kurdistanê hat sazkirin û parlamenterên nû sonda yasayî xwarin.


Parlamenterê Tirkmen ê ser bi lîsteya Eniya Tirkmên Aydin Merûf metna sondê pêşiyê bi Kurdî, paşê bi Tirkmenî xwend.


Aydin Merûf ji bo vê helwesta xwe rastî ti bertekê nehat.


Herwiha parlamenterên misilman dest dane ser Quranê sond xwarin û parlamamenterên kristiyan ên asûrî û keldanî jî Încîl danîn ser mase û sonda xwe ya yasayî xwarin.


Piştî merasimê hilbijartina Dîwana Serokatiyê ya Meclisê ji bo dîrokeke nediyar hat paşxistin.


Di hilbijartina giştî ya 30ê îlonê da, PDKê 45, YNKê 21, Goranê 12, Nifşa Nû 8, Komelê 7, Hevpeymaniya Ber Bi Îslahê Ve ku ji Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û Partiya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê (Bizûtnewe) pêk tê 5, Lîsteya Modern a ku ji 3 partiyan pêk tê û Lîsteya Azadiyê jî her yekî parlamenterek qezenc kiribû.


Herwiha 5 kota bo Tirkmenan û 6 kota bo kristiyanan tê veqetandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst