Serokê berê yê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê dixwaze bi ENKSê re tifaq bike
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê berê yê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê û Serokê Şepêla Demokrat Ehemd Cerba li bajarê Hewlêrê ligel nûnerên partiyên Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) civiya.
Ehmed Cerba piştî civînê ji Rûdawê re ragihand ku wî ji ENKSê xwestiye, derbarê paşeroja navçeyên Dêra Zorê, Reqa û Cezîrê lihev bikin.
Li ser vê yekê rayedarên ENKSê jî dibêjin, wan ji Cerba re gotiye projeya xwe ya siyasî pêşkêşî wan bike da ku li ser gotobêj bikin.
Herweha endamê Artêşa Azad a Sûriyê û nûnerê Eşîra Şiêtat ya Dêrazorê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya û jê xwest ku di şerê li dijî DAIŞê da alîkariya wan bike…