HSDyê li Dêrezor û Reqayê 3 DAIŞî desteser kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên HSDyê li Dêrezor û Reqayê 3 DAIŞî desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê li ser operasyona TOLê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hat diyarkirin ku Tîmên Operasyonên Leşkerî yên HSDyê bi hevkariya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li Dêrezorê pêk anî.

Di wê operasyonê de kesekî bi navê Xazî Ferhan  hat desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê  Xazî Ferhan ji bo endamên DAIŞê “Korsên Şerîet” li dar dixist.

HSDyê her wiha diyar kir ku TOLê li gundê Humêratê yê Reqayê piştî agahî li ser tevgera şaneyeke veşartî ya DAIŞê kom kirin, 3yê vê mehê jî ew şane dorpêç kir.

Di encamê de kesekî bi navê Menhel Îbrahîm Hemûd û kesekî din ê bi navê Medyen Îbrahîm Hemûd hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku her du kes jî ji bajarê Humsê ne.