Nêçîrvan Barzanî: Bangeşeya têkbirin û hilweşandina Kurdistanê hawareke vala ye!

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew Kurdistana bi tehdît û gefên dijminan hilneweşiyayê dê bi hawara bangeşeya hilbijardinê jî hilneweşe!

Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê tevlî bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû.

Nêçîrvan  Barzanî behsa bangeşeya hilbijartinan kir û wiha got:

“Îro em ji bo pîrozkirina xebatên hilbijartinê yên 78 salên meşaleya PDKyê li vir kom bûne.

Çîroka gelê Kurd û PDKyê bûne du rêyên ku qet ji hev nayên cudakirin.

Rêya me berê ne hêsan bû û niha jî pirsgirêk hene, di demeke nêzîk û dûr de jî em dê bê pirsgirêk nemînin.

Birêveçûna jiyanê ev e lê ya ku divê gelê Kurd bizanibe, ez bawer im dê xewna me ya kevnar bi cesareta gelê Kurd pêk were.

PDKyê meşaleya têkoşîn û fedakariyê spartiye pêşiyên xwe.”

"Rengê zer yê PDKyê tava Alaya Kurdistanê ye"

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi Alaya Kurdistanê jî kir û wiha got:

“Roja Alaya Kurdistanê û dirûşma tava PDKyê ji me û gelê Kurd re peyam e. 

Divê em her demê hêz û hêviya xwe nû bikin.

Welatê me di gelek qonaxên tarî yên tije belengazî û têkçûnê re derbas bûye lê ne têkçûn û ne jî bêhêvîbûn bûye pênaseya PDKyê.

Mela Mistefa Barzanî sala 1946ê PDK damezirand. Ew ne tenê rêxistineke wekî beriya xwe bû.

PDK bû stêrkeke nû ya jiyanê ji bo gelê Kurd ku demek dirêj ji mafên xwe bêpar mabû.

PDK rêya pîroz a Barzanî ye, ne ji ber Barzanî ye, ne ji ber ku PDK ava kiriye, ji ber ku rêya Kurdayetiyê, berxwedan û têkoşîna rewa ya gelê bindest pêk aniye li ser wê rêbazê ye.”

Nêçîrvan Barzanî behsa axaftina Serok Mesûd Barzanî jî kir û diyar kir ku piştî serhildana sala 1991ê, Serok Barzanî kesê yekem bû ku xwest bi rêya sindoqên dengdanê desthilata li Herêma Kurdistanê were diyarkirin.

“Aliyê din hevrikiyê dikin em ji qonaxa hevrikiyê derbas bûn”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de bangî alîgir û endamên PDKyê jî kir û wiha got:

“Erkê we û endamên PDKyê heta roja hilbijartinan gelek mezin e, divê hûn bi hemî şiyanên xwe hareket bikin ku baweriya nû ya welatiyên Herêma Kurdistanê ji bo PDKyê bê nûkirin.

Divê em şanaziyê bi wê yekê bi wan destkeftiyan bikin ku me heta niha bi dest xistine.

Baweriya nû ya bi PDKyê yanî veguhastina Kurdistanê ji qonaxa niha ber bi qonaxeke baştir û avedantir û asûdetir ve ji bo hemû gelê Kurdistanê erkê me ye.

Aliyên din hevrikiyê dikin da ku piçekî bigehin astê PDKyê. Em wekî PDKyê ji qonaxeke hevrikiyê derbas bûne armanca me gelekî ji hevrikiyê mezintir e.

Bangeşeya têkbirin û hilweşandina Kurdistanê hawareke vala ye.

Ew Kurdistana bi tehdît û gefên dijminan hilneweşiya dê bi hawara bangeşeya hilbijardinê jî hilneweşe

Armanca me veguhastina Kurdistanê bo qonaxeke pêşketîtir e.

Divê em destkeftiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji sala 1992yan heta niha heye wekî çavê xwe biparêzin."