Li Şirnexê qeza: 9 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, du otomobîl li hev qelibîn û 9 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku Huseyîn G. diajot û otomobîla ku Muzaffer K. diajot li Bûlwara Şaredariyê li hev dan.

Di qezayê de li gel şofêran  Z.K. (39), N.N.K. (17), R.K. (15), N.S.K. (13), A.M.K. (6), A.K. (4) û M.K. (4) ku di otomobîlan de bûn, birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Hat gotin ku rewşa birîndaran baş e.