WAN - 7 roj in winda bû: Termê wî di newalekê de hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bergiriyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê termê kesekî 86 salî yê ku 7 roj in winda bû di newalekê de hat dîtin.

Ahmet Ertaşê 86 salî 7 roj berê li gundê Qendaharê yê Bergiriyê winda bû.

Malbata Ertaşan aliyên pêwendîdar ji rewşê agahdar kirin.

Li ser agadarkirinê, ji 28ê Îlonê ve gundî tevî cendirme, tîmên AFADê û qaymeqamiyê li Ahmet Ertaş digeriyan.

Ahmet Ertaş piştî 7 rojan li nêzîkî gund di newalekê de mirî hat dîtin.

Tîmên tenduristiyê yên ku çûn newalê termê Ahmet Ertaş ji bo otopsiyê bir Saziya Tiba Edlî ya Wanê.