HSD: Me 5 leşkerên Tirkiyeyê kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê 5 leşkerên Tirkiyeyê ji aliyê wan ve hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek belav kir û diyar kir hêzên wan li dijî êrişên Tirkiyeyê 2 çalakî li dar xistine.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Hêzên me, 2 çalakiyên leşkerî yên bi bandor li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker li dar xistin.

Hêzên me doh 2 çalakiyên bi bandor li dijî baregehên Bab El Ferec û Ebdulhey yên li herêmên dagirkirî yên li bakurê bajarokê Til Temirê li dar xistin.”

“5 leşker hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn”

HSDyê herwiha encamên wan 2 çalakiyan jî belav kir û got:

“Di encamê de 5 leşkerên artêşa Tirkiyeyê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.”

Bombebaranên Tirkiyeyê yên li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Dronên Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê di nava 24 demjimêran de 29 cih bombebaran kirin.

Di nav wan cihan de gelek stasyonên kehrebayê, bîrên petrolê, depoyên avê, kargeh û gelek benzînxane hene.

Li gorî nûçeya ANHAyê ya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di encama êrişên Tirkiyeyê de ji bilî zererên madî, heta niha 12 kesan canê xwe ji dest daye û 12 kes jî birîndar bûne.

Çi rû dide?

Piştî êrişa bombeyî ya PKKyê ya 1ê Cotmehê ya li Enqereyê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diyar kir ku êrişkar ji Rojavayê Kurdistanê hatine.

Hakan Fîdan herwiha diyar kir ku ew dê li Rojavayê Kurdistanê tesîsên hilberîna enerjiyê û binesaziyê bikin armanc.

HSDyê daxuyaniyên ku kiryarên êrişê ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Tirkiyeyê bûne red kir.