Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemergê ya Bakurê Kurdistanê, kaneke komirê hilweşiya û 2 karkeran canê xwe ji dest dan û karkerek jî birîndar bû.
Li ser rêya Colemerg-Çelê li gundê Dizê kana komirê hilweşiya. Di encama bûyerê de 3 karker birîndar bûn.
Her sê karkerên birîndar ji aliyê gundî û hevalên wan ên kar ve ji cihê asê mabûn hatin derxistin û ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hatin veguhestin.
Lê tevî hemû hewldanên pizîşkî her du karkeran canê xwe ji dest dan û karkerê birîndar li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse