Li Erzinganê dest bi ser 543 berhemên dîrokî de hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tercan a ser bi parêzgeha Erzinganê ve li Bakurê Kurdistanê, polîsan di minubûsekê de dest danîn ser 543 berhemên dîrokî.
Li gor agahiyan Tîmên Şaxa Rûbrûbûna Tawanên Rêkxistî û Qaçaxiyê yên girêdayî Rêveberiya Ewlekariya Erzinganê li dijî kesên ku qaçaxiya kelûpelên dîrokî dikin lêkolînek da destpêkirin.
Di çarçoveya wê lêkolînê de îro 6ê Cotmeha 2021an hêzên ewlekariyê li xala kontrolê ya polîsan a Erzinganê, minubûsa welatiyê bi navê R.Ş rawestandin û di minûbûsê de dest bi lêgerînê kirin.
Di encama lêgerînê de hêzên ewlekariyê dest bi ser 444 polik, 23 gustîlk, 10 serikên tîrên kevanê û çendîn kelûpelên din ên dîrokî jî di nav de, bi tevahî 543 berhemên dîrokî de girtin
Li gor zanyariyan xwediyê minûbûsê ku bi tometa qaçaxiya berhemên dîrokî hatibû destserkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan.