Şepêla Pêşerojê li Hewlêrê Mişel Temo bi bîr anî

Hewlêr (Rûdaw) - Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriyê, di salvegera 8an a terorkirina kordînatorê wê partiyê Mişel Temo de, li bajarê Hewlêrê kongreya xwe ya sêyem saz kir û ew serkirdeyê xwe bi bîr anî.

Şepêla Pêşerojê li Hewlêrê bi beşdariya endamên wê partiyê û hejmarek ji  welatiyên Rojavayê Kurdistanê, bi boneya heştemîn salvegera terorkirina Mişel Temo merasimek lidar xist û ew serkirdeyê xwe bi bîr anî.

Sekretêrê Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriyê, Rêzan Şêxmûs di merasimê de ji Rûdawê re ragihand, ku Mişel Temp xwedî proje û bandor bû, lewma ew hate terorkirin.

Rêzan Şêxmûs da xuyakirin, ku wan li Hewlêrê kongreya sêyem a Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriyê lidar xist, ku ev kongre kete nav heştemîn salvegera terorkirina Mişel Temo û tekez kir, roja Yekşemê 6ê Cotmehê roja dawî ya kongreya wan bû.

Şêxmûs got, Mişel Temo yekem kes bû ku xwest li Rojavayê Kurdistanê partiyeke modern û nûjen ava bike û diyar kir, ji ber wê yekê û herwiha ji ber Mişel Temo damezrênerê yekem ê Şepêla Pêşerojê bû, wan xwest ku kongreya xwe di wê demê de saz bikin, daku bibe bîranînek ji bo wî serkirdeyê Kurd, ku her di destpêka şoreşa Sûriyê de hat terorkirin.