Jin behsa rola Mam Celal di parastina mafên jinan de dikin

Silêmanî (Rûdaw) – Jin û keçên li nav Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) behsa rola Mam Celal a li ser bicihkirina mafên jinan û beşdarkirina wan a di navenda biryarên partiyê û hikûmetê de dikin.

 

Yekem dadgera jin a li Silêmaniyê bi biryara Mam Celal hatiye ser peywirê û her ew bû rêjeya jinan a li nav organên YNKê gihandin ji sedî 20. Herwiha rola wî li ser zêdekirina rêjeya jinan li Parlementoya Kurdistanê û Encumena Parêzgehan hebû ku derxiste ji sedî 30î.

 

Mam Celal di gelek axavtinan de qala mafên jinan dikir û hewl dida ku pêgeha jinan di hemû rehendan de zêdetir bibe.

 

Qayimeqama Helebceyê Nuxşe Nasîh û Endama Encumena Navenda YNKê Telar Letîf amaje bi wê yekê dikin, ku Mam Celal her dem piştevaniya jinan dikir û daxwaz dikir rola wan zêdetir be di navendên biryaran de.