Salvegera şehîdkirina Mişel Temo

Hewlêr (Rûdaw) - Roja 7ê cotmeha 2011an, rojeke pir xemîn û reş bû di dîroka bajarê Qamişlo û Rojavayê Kurdistanê de. Di wê rojê de, berî 5 salan,  stêrkeke geş ji esmanê Rojavayê Kurdistanê xuricî û siyasetmedar û nivîskarê Kurd Mişel Temo bi destê hin kesên nenas hat kuştin.


Şehîdkirina Mişel Temo ewqasî bibandor bû ku kurd li her cihî bi kûranî hejandin. Herwiha Mişel cihekî berçav di nivîsar û gotar û helbestên kurdên Rojava de girt.


Karmendê Rûdawê û wergêr Besam Mistefa ev raport li ser siyasetmedar û nivîskarê Kurd Mişel Temo amade kiriye:


Ey Mişel Temo, mêrxaso! Tu li esmanên sahî bûyî stêrkek. Li deşta Sirûcê, li qeraxa çemê Efrînê, li Dêrikê, li Qamişloka birîndar û Amûda şewatan tu bûyî gulek! Bi xwînê, xwîna xweyî sor û çirûskdar, xwîna xweyî bi hilm û germ, di dilan de, te nexşeyek kola! Te bi xwîna xwe ya mezin, xewneke mezin, hêviyeke mezin, sozeke mezin da me û te ji nav me bar kir.


Berî 5 salan bû. Rojeke cotmehê ya reş bû dema nivîskar, siyasetvan û serkirdeyê Kurd, dijberê Sûriyê û hezkiriyê ciwan û xort û şoreşvanan Mişel Temo bi xedarî û xinizî hate şehîdkirin û ber bi nemirî û hebûna bêdawî û bêsînor ve hate birin.


Mihemedê Seyid Husên di nivîsara li jêr navê Tucar fenera Mişel Temo nayê vemirandin çiku yadîgarên wêrekiya wî timî li bîrê vedijenin û wiha dibêje:


“Dema ku roj hiltê keko, taristan ji ber tîrêjên wê koçber dibin, hin jî hêsiran pê re dibarînin. Min dixwest weke Mişel têketama nêv xirecira xuram û astengên çiyan, sînga xwe bi lat û zinarên welat bixuranda, bi pîj û kelemên daristanan ve rapelikiyama, pîne û tixarîsên nexşeya welat, tevlî têledirkên ber sînoran bişikandana, zewd, teht û berqefên geliyan, berçemok û qumrîkên peravan rizgar bifirandana, eniya nêriyê pezkovî li pesarên çiyarêzên Kurdistanê ramûsandana, ji jora peykerê çiyayê Nemrûd xwe gal kiribana nêçîrê, mîna Mûsayê pêxember şivanê bi dar boxazên derya bejav kiribana, mîna heylo asoyan teqla fira xwe azad sînor kiribana.”


Helbestvan Mehmûd Badilî bi navê (Birînên te gul bûn) helbestekê diyarî rewanê Mişel Temo dike û tê de dibêje:


“Çipeçipa xwîna te bi ser mermerê dilê min yê xemgîn de valahî ji tîna navê te vêxist, pê re rewanê min yê vemirî. Şikestim, di pêlên bêhna teyî koçber de vêketim, jan û şoreş di pêjna kuştina te de, birînên te rapelikîn damarên min. Tiliyên min ji min ketin û hêsirê min bi xwîna te re qîriya, hejiya dil û gund û bajarên te pijiqîn çavên neyaran, birînên te gul bûn di cendekê te yê sar û vêketî de. Birînên te gul bûn, gulên bi awirê min re diaxivîn sor digirnijîn, sor diqîriyan, sor digiriyan û helbest di henteşa oxira te porê xwe bi ser pakrewaniya te de kur dike, geh bi girî, geh bi şoreşê vêdikeve. “