Kerkûk (Rûdaw) – Li sînorê navçeya Daqûqê ya ser bi Kerkûkê, çekdarên DAIŞê êrîşî çeperên Hêzên Pêşmerge kir pevçûn derket.
Şeva Çareşemê (05-10-2016) li gundê Etşanê ya navçeya Daqûqê, komek çekdarên DAIŞê êrîşê pêşmergeyan kir.
Derbarê mijarê de Fermandarê Lîwaya 118 a Balekê Taha Resûl ji Rûdawê re ragihand, “Çekdarên DAIŞê xwestin bi dizî bikevin nav çeperên me, lê pêşmergeyan bi tundî bersiva wan da.”
Taha Resûl da zanîn ku di encama pevçûnê de êrîşa DAIŞiyan hatiye têkbirin û ziyan gihiştiye wan.
Fermandarê pêşmerge herwiha da zanîn ku di pevçûnê de 2 pêşmerge jî birîndar bûne û jib o dermankirinê rakirina nexweşxaneya Kerkûkê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse