Başûr – Mamosta û karmendên hikûmetê ji ber mûçe neçûn ser kar

 

Hewlêr (Rûdaw) – Li hinek dever û bajarên Başûrê Kurdistanê, mamoste û karmendên hikûmetê ji ber derengketina mûçeyê xwe dest bi girev û xwepêşandanê kirine.

Bi destpêkirina sala nû ya xwendina re, li bajarên Silêmanî û Hewlêrê komek mamosta û karmendên hikûmetê li dijî derengketina mûçeyê xwe nerazîbûn nîşan dane û neçûne ser kar.

Yek ji mamostayên ku li Silêmaniyê tevlî xwepêşandanê bûye, ji Rûdawê re got, eger jiyana hemû tax û qatên civakê mîna hev bûya û jiyana rayedar û berpirsên hikûmetê mîna salên 1990î bûya wê çaxê mamosta jî dê biçûna ser karê xwe û xwepêşandan nedikirin. Lê niha ew xwedan her tiştî ne gel jî bê mûçe ye.

Îro li Hewlêrê jî, mamostayên xwendingeha Fazir Mêrgesorî neçûn ser kar û daxwaza mûçeyê xwe dikin…

Karmendên Wezareta Elektrîkê jî neçûn ser kar û tevlî xwepêşandanê bûn. Yek ji wan karmendan ji Rûdawê re got, heta mûçeyê me neyê dayîn em naçin ser kar…

Li bajarê Helebce jî mamosta û karmend li ber bîranîna Omerê Xawer kom bûne û li dijî derengketina mûçe xwepêşandan dikin.

Li bajarokên Koye û Xebatê yên Hewlêrê û li nahiyeya Seyîd Sadiq a Silêmaniyê jî xwepêşandan heye.

Piştî ku hikûmeta Iraqê bûdceya Herêma Kurdistanê qut kir û şerê DAIŞê derket, li Başûrê Kurdistanê kirîza darayî derket holê. Ji ber wê yekê her sê mehan carekê mûçe tê dayîn.