Li Efrînê malbatek beniyan çê dike: ‘Me berê her sal 3-4 ton çêdikirin’
Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke ji gundê Kurê yê nahiyeya Racoyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê her sal di vê demê de dest bi çêkirina beniyan dike.
Destpêkê piştî komkirina tirî, wan dikelînin, piştre bi moxilê ji sîsik û qaşûlan paqij dikin û careke din dikelînin.
Li aliyê din jî jin gûzan dişikînin û ji qaşûlan paqij dikin, daku di çêkirina beniyan de bi kar bînin.
Hosteyê Çêkirina Beniyan Şeban Şêxo behsa çêkirina beniyan kir û got:
“Em berê dikelînin, tiştê ku ser dikeve diavêjin. Piştî kelandinê em datînine erdê û pak dikin.”
Li gorî vê malbatê, wan berê her sal zêdetirî 4 ton benî çêdikirin lê niha berhema wan gelekî kêm bûye.
“Em tenê dixwazin ev kar wenda nebe”
Hosteyê Çêkirina Beniyan Şeban Şêxo herwiha anî ziman:
“Me berê her sal 3-4 ton çêdikirin lê niha em 400-500 kîloyan çê dikin.
Ji ber ku rê tune em nikarin pir çê bikin, em nikarin bişînine derve. Em tenê dixwazin ev kar wenda nebe.”
Malbat dibêje, berhema wan ji yê navçeyên din ên Sûriyeyê cuda ye, ew ti madeyeke pîşesaziyê bi kar nayînin, berhema wan xwezayî ye û ji berhemên çandiniyê yên Efrînê tên çêkirin.
Welatiya gundê Kurê yê Racoyê Nisrînê got:
“Hinek çê dikin şekir dixine nav, di berhema me de tiştekî nexwezayî nîne.”
Beniyên vê malbatê li bazarên herêma Efrînê tên firotin.
Nahiyeya Racoyê ya Efrînê ji bilî zeytûnan, bi çandiniya tirî û gûzan navdar e.
Salên borî gelek malbatên Efrînî ev kar dikir lê niha tenê çend malbatek li wir vî karî dikin.