Li Xelîfanê bi dron êrîşî grûpek gerîlayên PKKê hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Şeva Duşembê bi dron 4 gerîlayên PKKê li derdora gundê Tarawe ya ser bi nahyeya Xelîfanê ve hatin armanckirin û li gor agahiyan, di êrîşê de du gerîlayan canê xwe ji dest dane û du gerîlayên din jî birîndar bûne.
Di destpêka bûyerê de dengên hin teqînan li derdora gundê Tarawe ya ser bi nahyeya Xelîfanê ve hatibû bihîstin û Serpireştê Îdareya Soranê, Helgurd Şêx Necîb ji Rûdawê re ragihand, çar mûşek arasteyî derdora gundê Tarawe li sînorê Xelîfanê hatine kirin, lê belê heta niha nayê zanîn ji kuderê ve hatine avêtin.
Derbarê bûyerê de Qaymeqamê Soranê, Mexdîd Ehmed jî ji Rûdawê re axivî û got, wan têkildarî bûyera li Xelîfanê lêkolîn daye destpêkirin.
Şahidekî bûyerê ji gundê Tarawe ya Xelîfanê ku dîmenên dema bombebaranê tomar kiriye û vîdyoya wê ji bo Rûdawê şandiye, diyar kir ku dengekî bihêz hat bihîstin û xelkê gund gelek tirsiyane.
Êrîş bi dronê hatiye kirin
Paşê derket holê ku bûyer êrîşeke dronî bûye û hejmarek gerîlayên PKKê hatine armanckirin.
Dije-Terora Kurdistanê jî şevê din derbarê bûyera li Xelîfanê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku dronekê li Geliyê Balîsanê grûpeke gerîlayên PKKê bombebaran kiriye.
Di daxuyaniyê de tê gotin, “êvara 5ê Îlona 2022an saet 20:10 droneke nenas grûpke çekdarên PKKê li Geliyê Balîsan kir armanc.”
Li gor daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê, “ew grûpa gerîlayên PKKê ji sînorê îdareya Raperînê derbas bûne û li Geliyê Balîsan bûne armanca dronekê.”
Dije Terora Kurdistanê herwiha ragihand ku dezgehên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kirine.
Hêzên Pêşmerge çûn cihê bûyerê
Hêzên Pêşmerge û ekîbên tenduristiyê yên ku piştî êrîşê çûn herêmê, dîtin ku 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane û 2 gerîla jî birîndar bûne.
Nûçegihanê Rûdawê li navçeyê Bextiyar Qadir ragihand, cihê ku êriş lê hatiye kirin, cihekî di navbera gundên Tarawe û Xetê yên Geliyê Balîsanê de ye.
Nûçegihanê Rûdawê diyar kir, piştî êrîşa bi dronê bo ser navçeyê hêzeke pêşmerge gihîşt wê derê û dest bi lêkolînan kir.
Bi gotina nûçegihanê Rûdawê, piştî ku Hêzên Pêşmerge dest bi lêkolînê li ser bûyerê dikin û lêgerînê dikin, xuya dibe ku çar gerîlayên PKKê ji aliyê dronekê ve hatine armanckirin û di êrişê de 2 ji gerîlayan canê xwe ji dest dane û du gerîlayên din jî birîndar in.
Nûçegihanê Rûdawê Bextiyar Qadir derbarê bûyerê de agahiyan dide: