Li Kampa Herşem a koçberên Şingalê agir derket
Hewlêr (Rûdaw) – Agir bi Kampa Herşem 1 a koçberên Şingalê li Hewlêrê ket û di encamê de 6 mal bi temamî şewitîn. Welatiyekî got ku hemû belgeyên wan şewitîne, lê ti ziyanên canî çênebûne.
Agit îro Sêşemê 6ê Îlona 2022yan saet derdora 06:00ê derket. Peyamnêrê Rûdawê Hadî Selîmî ji cihê bûyerê ragihand, agir gelekî mezin bûye û elektirîka giştî çend caran hatiye û çûye û piştre jî agir bi kampê ketiye.
Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di encama şewatê de 6 xanî bi temamî şewitîn û piştre çend çend kesên ku destpêkê haya wan ji agir çê bûye, rûniştvanên kampê agahdar kirine û karîbûn ji malên xwe derkevin, lê tiştê di nava xaniyan de hebû bi temamî şewitîn.