ŞIRNEX - 17ê Îlonê li dijî birîna daran meşek ber bi Çiyayê Cûdî tê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi organîzeya çend partî û rêxistinên Kurdî, bi armanca protestokirina birîna daran 17ê Îlonê li Çiyayê Cûdî meşek tê kirin.

Ev demeke dirêj e ku dar û daristanên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê tên talankirin û rewş gihiştiye asteke metirsîdar. Bi taybetî li Çiyayê Cûdî, Çiyayê Gebar û herêma Bestayê ya Şirnexê 2 sal in bi awayekî sîstematîk dar tên birîn.

Kongereya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, dê li dijî birîna daristanê 17ê Îlonê li Çiyayê Cûdî bi dirûşma “Li hemberî şer û talankirina xwezayê em dimeşin” çalakiyekê bikin.

Li gor rapora Baroya Şirnexê di nav çend mehan de ji sedî 8ê daristanên Şirnexê kêm bûne. Rojane bi sedan ton dar tên birîn, li barhilgiran bar dikin û dibin bajarên Tirkiyê difroşin, îhaleya daran jî dane cerdevanan.

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz berî mehekê derbarê birîna daran de ji Rûdawê re gotibû: “Eger wiha dewam bike û darên me wiha bên birîn heta çend salan xelkê vê derê nikare nefesê jî bistîne. Qismek li milê Besta ji hêla cerdevanan ve tên birîn îhale dane cerdevanan. Li hinek deran jî dibêjin hûn herin daran bibirin hûn çi dikin bikin. Qismek jî didin leşkeran gotine, herin bibirin ji sedî 60 bo we sedî 40 bo me.”