Rêxistina Amedê ya HDPê biryara kongreya awarte da
Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Kongereyê ya Rêxistina Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku ew dê di nava du mehan de kongereya xwe ya awarte saz bikin.
Rêxistina Amedê ya HDPê biryara kongreya awarte da. Endamên Komîsyona Kongreyê ya Rêxistina Amedê ya HDPê derbarê wê biryara kongreyê li avahiya partiyê daxuyaniyek dan.
Destpêkê Hevserokê HDPê yê Amedê Zeyyat Ceylan axivî û amaje bi wê kir ku ji dema ku wî weke hevserokê partiyê yê Amedê dest bi kar kiriye zext û guvaşeke zêde li ser Kurdan û partiya wan tê meşandin, lê tekez kir ku ew dê di her şert û mercekê de, têkoşîna xwe berdewam bikin û got: “Me biryara kongreyê ji bo beşdarbûneke xurttir a pêvajoya nû daye.”
Piştî axaftina Ceylan, Berdevkên Komîsyona Kongreyê Sedat Batur û Nevriye Çur jî, bi zimanên Kurdî û Tirkî daxuyaniyek dan.
Nevriye Çur di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku desthilata Tirkiyê dixwaze bi binçavkirin û girtinan gel û civakê biçewsîne û got: “Gelê me li hemberî polîtîkayên qirêj ên ku tifaqa AKP-MHPê li hundir û derveyî welat dimeşîne, li dora partiya xwe HDPê dibe xelek û hêza partiya xwe xurtir dike.”
Çur herwiha di daxuyaniya xwe de ameje bi wê jî da ku ew dê di nava du mehan de kongreya xwe ya awarte saz bikin û got: “Em bang li hemû gelê xwe yê Amedê dikin ku bi vîn û biryardarî, bi hest û hêza xwe ya neteweyî bi piştgirî û piştevaniyeke dîrokî li dora partiya xwe bibe xelek û têkoşîna azadî û demokresiyê bilindtir bike.”