Hemîd Hecî Derwîş: Demografiya navçeyên Kurdî tê guhertin

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hemîd Hecî Derwîş aşkere kir ku ew ê li hemberî bicihkirina koçberan li ‘Navçeya Aram’ rawest in û diyar kir ku bi planên hewl tê dayîn demografiya navçeyên Kurdî bê guhertin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hemîd Hecî Derwîş, derbarê pêkanîna ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê, planên Tirkiyê yên bicihkirina koçberan li wê navçeyê, hewldanên Rêveberiya Xweser ên bo gotûbêjan li gel rejîma Sûriyê, xebatên nêzikkirina aliyên Kurdî li Rojava û herwiha geşedanên din ên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, bersiva pirsên Rûdawê da.

“Tirkiyê dixwaze demografiya navçeyên Kurdî biguhere”

Hemîd Hecî Derwîş, li ser hewldanên Tirkiyê yên bicihkirina koçberên sûrî li ‘Navçeya Aram’ a li Rojavayê Kurdistanê de got ku ji bo ev yek neyê kirin ew bi tundî li dijî wê pilanê radiwest in û diyar kir, “Berê Tirkiyê û Sûriyê ji bo avakirina kembera Erebî hevnerîn bûn û niha jî Tirkiyê dixwaze demografiya navçeyên Kurdî biguhere û li şûna Kurdan, Ereban bicî bike.”

“Divê hikûmeta Sûriyê diyalogê bi Kurdan re bike”

Herwiha Hemîd Derwîş derbarê helwesta hikûmeta Sûriyê ya li hemberî Kurdan de aşkere kir ku hikûmeta Sûriyê derbarê Kurdan de xwedî helwesteke xerab e û bang li Şamê kir ku ligel Kurdan dest bi diyalogê bike û gavekê bavêje.

Hemîd Derwîş tekezî li ser wê jî kir ku ew qebûl nakin, PYDê bi tena xwe danûstandinê bi hikûmeta Sûriyê re bike û divê hemû Kurdên Sûriyê di pirsa danûstandina bi hikûmetê re beşdar bibin û got ku nabe PYD bibe axa li ser Kurdan li Sûriyê.

“Hin alî naxwazin Kurdên Sûriyê bigihêjin hev”

Hemîd Hecî Derwîş derbarê lihevnekirina aliyên Kurdî û berdewamiya nakokiyên de ragihand, ku hin alî hene naxwaz in Kurdên Sûriyê lihev bikin û eşkere kir, ku ew dijayetiya ENKSê nakin, lê heta niha ENKSê bi wan re nacive û xwe li ser wan mezin dibîne.