Tirkiyeyê Til Temir topbaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar gundewarê bakurê Til Temirê yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, hêzên artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê îro gundê Derdareyê yê li bakurê bajarokê Til Temirê topbaran kir.

Li gorî heman zanyariyan, gundê Derdareyê bi du topê hewanan hate armanckirin lê ziyan nehatine zanîn.

Ji Cotmeha 2019yan ve heta niha, bi awayekî berdewam ew hêz bi top û dronan wan navçeyan dikin armanca êrişên xwe.