Xarpêt: Endazyareke 34 salî di Çemê Feratê de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kebanê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê endazyareke ku li navendeke xwedîkirina masiyan dixebitî, ket nav Çemê Feratê û xeniqî.

Roja şemiyê li navendeke xwedîkirina masiyên deqsor a li navçeya Kebanê ya ser Çemê Feratê lingê endazyara bi navê M.T ya 34 salî şemitî û ew kete çem.

Jina endazyar di Çemê Firatê de wenda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên binavger, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebata tîman de cenazeyê M.Tyê ya 34 salî hat derxistin.

Tîman cenazeyê jina endazyar ji bo otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.

Li gorî zanyariyan, endazyara bi navê M.T ya 34 salî li wê navendê dixebitî.