Wezaret mijûlî amadekirina plana xwe ya bo 4 salên bê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Wezaretên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi rêya konferans û şêwra ligel pisporan, di çarçoveya hêlên giştî yên karnameya hikûmetê de, li ser amadekirina plana 4 salên pêş, kar dikin.

 

Di kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de, dema 30 rojan bo her wezaretekê hatiye destnîşankirin, ji bo radestkirina plana xwe ya 4 salên bê.

 

Wezîrê Avedankirin û Niştecîkirinê yê Herêma Kurdistanê, Dana Ebdulkerîm ji Rûdawê re ragihand, ku biryar e di rojên 7 û 8ê Îlonê de, hemû wezaret planên xwe bidin Encûmena Wezîran.

 

Dana Ebdulkerîm behsa wê yekê jî kir ku Wezareta Avedankirinê di çarçoveya karnameya hikûmetê de, 3 konferans saz kirine û komîteyek ji bo rêkxistina encamên konferans û nerînên din pêk aniye.

 

Dana Ebdulkerîm behsa wê yekê kir, ku bo 4 salên dahatû her wezaretek, bi awayekî sûdê ji ezmûn û şarezahiya pisporên derveyî wezareta xwe werdigire.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, piştî sondxwarinê li Parlamentoya Kurdistanê, hêlên giştî yên Kabîneya Nehem a Hikûmetê ragihandin.

 

Hêlên Giştî Yên Kabîneya Nehem a Herêma Kurdistanê wiha hatine rêzkirin:

 

- Pircorkirina aboriya navxwe

- Kêmkirina bîrokrasiyê

- Berdewambûna reformên îdarî û darayî

- Parastina asayiş û aramiya Herêma Kurdistanê

- Parastina mafên pêkhateyan

- Berdewambûna çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge

- Peydekirina derfetên bêhtir bo sermaye û weberhênerên biyanî

- Çareserkirina pirsgirêkan ligel Bexdayê li gorî destûrê

- Asayîkirina rewşa navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê

- Dîtina mekanîzmake hevbeş a karkirinê, di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de

- Giringîdan bi pêweydiyên ligel welatên derve

- Ragirtina pêwendiyên hevseng li navçeyê

 

Di yekem civîna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, wezîr hatin erkdarkirin, ku plana xwe ya çar salên bên ên karkirinê amade bikin û bidin Encûmena Wezîran, ew jî, dibe planeke stratejîk ji bo çar salên dahatû.