Jineke Êzidî: Cîranê me yê muxtar em radestî DAIŞê kirin

Duhok (Rûdaw) - Hediye ku di dema êrişên li ser Şingalê, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve tê revandin, tevî hemû îşkence, zext, guvaş û fişaran jî serî li ber wan natewîne heta ku pitika wê ya 45 rojî ji wê tê stendin û Hediye wê demê neçar dimîne ku bi gotinên wan bike.

 

Hediye di wê heyama ku di destê DAIŞê de girtî bû, bi hemû şiyana xwe xewl dide ku destirêjiya cinsî li ser wê çênebe.

 

Hediye ji gundê Werdê yê ser bi Şingalê ve ye. Dema ku çekdarên DAIŞê yên cilreş gihiştin herêma Siba Şêx Xidir, gundiyên Werdê gundê xwe bicî hiştin û biryar dan ku xwe bigihînin ser Çiyayê Şingalê. Lêbelê tevî ku ji gund gelek dur ketibûn jî, çekdarên cilreş digihijin wan.

 

Muxtarê xayîn

 

Hediye beriya bi 6 salan bi xizmekî xwe re zewicî bû û zarokekî wan ê 6 salî hebû.

 

Hediye di wî konê koçberan ku niha tê de ye, dest bi vegotina çîroka xwe ya bi êş a di wê heyama destê DAIŞê de, dike, “Ew xelkê ku baz dida, li serê çiyan ji tînîbûn û bircîbûnê xedar bûbûn. Hêza ti kesî nemabû ku bimeşe. Hinekan digotin ew dê vegerin û tiştên xwarinê bînin. Di wê demê de muxtarê gundê cîranê me xwe gihand me û got ku pêwîst nake em nîgeran bin.”

 

Ew muxtarê ku ji gel wan çekdarên DAIŞê vegeriyabû û xwe gihandibûyê, ji wan re dibêje, “Ti meseleya DAIŞê li gel ti kesî nîn e, hûn dikarin vegerin malên xwe” û ew zilamên ku ji gundê xwe derketibûn ji wî muxtarî bawer dikin.

 

Hediye ku bi 200 metreyan jê dur nakeve, piştî çend deqeyan bi ser axaftina  muxtar a bi telefonê, bi çavên xwe hatina çekdarên DAIŞê bo wê devera ew lê ne dibîne. Ew DAIŞî tên jin, zilam, zarok, mezin û biçûk herkesî li kamyonekê siwar dikin û dibin.

 

Çekdarên DAIŞê wan veduguhêzin bo dibistaneke li Telaferê û paşê bo dibistaneke din a li heman navçeyê tên veguhastin. Piştre wan ji Telaferê dibin bo Kesir Mihrabê. Zilaman jî li gel xwe dibin. Li wê derê zilaman di karên rojane de didin xebitandin û ew jinên ku zilamên wan kuştine jî ji berbangê sibehê heta avabûna rojê ji bo karên rojane didin xebitandin û bi vî awayî 4 mehan li Kesir Mihrabê derbas dikin.

 

Hevjînê Hediyeyê beriya hatina DAIŞê, li Duhokê kar dikir, lê li Kesîr Mîhrabê ji wî re gotine dive tu pez biçerînî.

 

Hediye dibêje, “Dema em bircîdibûn me hesûdî bi pezên ku diçerîn dibir. DAIŞiyan ji me digotin, ‘Ji bo me heywan ji we muhîmtir in.’”

 

Me ava lexemê vedixwar

 

Jin û zarokan ji Kesîr Mîhrabê dibin bo Mûsilê. Li Mûsilê ji aliyê jinên DAIŞî ve lêkolîn li ser wan tê kirin. Dema ku çend telefonan li gel wan jinên Êzidî dibînin, helwesta wan a li hemberî wan tundtir dibe.

 

Demakî zêde derbas nabe û jin û zarokan jî ji hev vediqetînin. Zarokên kur dişînin kampên rahênanê û zarokên keç jî dişînin bazarên cariyeyan. Hediye ku bi çavên rondik çîroka veqetandina ji zaroka xwe vedibêje, “Tu dizanî zarokê min ê 6 salî çawa ji hembêza min derxistin? Bi xortim û kabloyan ew qas li min xistin ku destê min hemû av lê kom bû. Ew zarokê min ê ku bo min hemû samana dinyayê bû, ji min veqetandin û birin.”

 

Dema ku ji Telaferê vediguhêz in bo Hey Gezrayê hemû jin û keçan li zeviyekî kom dikin. Jinên ku hevjînên wan hebûn li aliyekî û keç û jinên ku hevjînên wan kuştibûn jî li aliyê din kom dikin. Piştre wan çekdarên ku nû beşdarî DAIŞê bûne tînin û ji wan re dibêjin keç an jineke Êzidî bo xwe hilbijêrin û bibin. Li wê derê kesek Hediyeyî digire û li gel xwe dibe.

 

Piştî çend rojan bi otomobîlekê ber bi Reqqayê dikevin rê.

 

Hediye birina wan a bo Reqqayê wiha vedibêje, “Em birin Reqqayê û xistin jêrzemînekê. Beriya ku em bikevin wê jêrzemînê min ji çekdarekî pirsî bê ka çi ji zilamên me kirine. Wî got, ‘Ji bo ku bibin misilman me gelek hewl da, lêbelê nebûn misilman. Me jî ew rê kirin bo Kurdistanê.”

 

Di zîndanê de 400 jin, keç û zarok dihatin girtin. Hediye dibêje ew di wê zindanê de ji tînîbûn û bircîbûnê dikevin rewşeke xedar û neçar dimînin bo ku ava lexemê vexwin û diyar dike, “Tehl, birûn û bêhnnexweş bû.”

 

Cariye, derman û çek

 

5 roj piştî wê ji zîndanê tên derxistin û li dibistanekî tên bicihkirin. Li wê dibistanê endamekî DAIŞê yê bi navê Ebû Ezzam ê ji Siûdiyê û jineke bi navê  Meryem, navên wan tomar dikin.

 

Hediye gotinên xwe dewam dike, “Piştî ku navên me û hûrgûliyên derbarê me de hemû tomar kirin, kameramanek hat. Beriya wênegirtinê reqemek dane herkesî û wêneyên me girtin. Wan ew wêneyên me nîşanî mişteriyan didan.”

 

Ji bo Hediyeyê piştî 2 mehan muşteriyek derdikeve

 

Hediye vê jî wiha vedibêje, “Kesekî bi navê Ebû Enes, ez, Leyla, Nofa, Pakîze û Emîne kirrîn. Ji me xwestin ku em li gel hev biçin Tebqayê û em birin bo maleke li Tebqayê. Li wir mişterî ji bo dîtina me dihatin. Carna di saeteke dereng a şevê de dihatin û em hişyar dikirin û digotin, ‘rabin mişterî bo dîtina we hatine’ Wan ew jin hemû firotin û ji ber ku ew 8 meh û nîv bûn ducanî bûm, ez mam. Paşê kesekî bi navê Ebû Omer ez ji Ebû Enesê xelkê Libyayê kirrîm.”

 

Peywendiya di navbera Ebû Enes û DAIŞê de, jin, derman û çek bûn. Ebû Enes kîjan ji van bidest bixista difirot.

 

Hediye dibêje, Ebû Enes ji min re digot, ‘Ti kes naxwaze keseke weke te ye ducanî bikirre. Divê tu kêfxweş bibî ku Ebû Omer te dikirre. Ji ber ku ti sûdekê ji te nabîne’

 

Ebû Omer û hevjîna wî di demek kurt de nîşanî Hediyeyê didin ku rehetî bo wê di wê malê de tune ye. Her çiqas pitika wê di landikê de be û nekare xwe biçemîne jî, jibilî xebatê ti rêyek din li ber wê nehiştine.

 

Hediye dema bûyîna pitika xwe jî wiha vedibêje, “Di 15 rojên li mala Ebû Omer, çîkên zayînê dest pê kirin. Li gel hevjîna xwe ez birim bo nexweşxaneyê. Rojek piştî ku ez vegerandin bo malê, hevjîna wî ji min re got, ‘Divê tu dest bi xebatê bikî’. Ebû Omer li malê ji min re got ku navê Eyşe li wê pitikê kirine.”

 

Li malê xwarinçêkirin ne di nav de, paqijî, cilşûştin, firaşûştin û hemû karên din bi Hediyeyê didin kirin.

 

Rê nedidan Hediye jî li gel wan rune ser heman sifrê û li gel wan xwarinê bixwe.

 

Ebû Omer û hevjîna wî biryar didin ku Hediyeyê bifiroşin. Ji bo wan mişteriyê herî baş jî Ebû Hesen bû ku bazirganiya jinan dikir. Ebû Hesen di dîtina mişteriyên bo jinan de şareza bûye. Ew jî Hediyeyê difiroşin Ebû Hesen.

 

Hediye axaftina xwe berdewam dike, “Ez tenê rojekê li gel Ebû Hesen mam û ez firotime kesekî bi navê Ebû Ebdullah ê Siûdî û ez li gel wî jî 45 rojan mam.”

 

Bi roj kar û bi şevê jî reqs

 

Ebû Ebdullah weke karê yekem diçe bo Hediyeyê cilên reqsê tîne.

 

Hediye bi gotinên, “Bêyî ku şerm bike bi rijd bû ku ez daxwazên wî bicih bînim” bêşermiya wan çekdaran tîne ziman.

 

Ebû Ebdullah, kêfxweş bû ku li navenda ‘Hîlafeta Îslamê’ cilûbergên nîv tazî dîtibûn. Lêbelê Hediyeyê di hizra hevjînê xwe yê reben û zaroka xwe ya 6 salî de bû ji hembêza wê hatibû veqetandin.

 

Hediye dirêjiyê dide çîroka xwe û êş û azarên xwe wiha vedibêje, “Wî kesê Siûdî ez birim mala kesekî din û daxwaz ji min kir ku ez wan cilên nîv tazî li xwe bikim û bêm li hemberî wî rûnim bo ku dilê wî rehet bikim. Lê min hemû daxwazên wî red kirin ku her çiqas encama wê lêdaneke zêde be jî.”

 

Li dawiyê ew kes naxwaze Hediyeyê bikire.

 

Ebû Ebdullah jî nedixwast ew pereyê ku bo Hediyeyê serf kiribû, beredayî biçe û ji ber hindê hema bi çi ba jî dixwast Hediyeyê bifiroşe û ji Hediyeyê re dibêje ew dê wê bibe Helebê û bifiroşe.

 

Li Helebê kesekî bi navê Ebû Mechel tevî hemû qêrîn û giriyên wê, Hediyeyê ji Ebû Ebdûllah dikirre.

 

Hediyeyê jî biryar dabû ku bi dayîna cane xwe be jî xwe radestî Ebû Mechel neke. Lêbelê daxwaza Ebû Mechel a ji bo seksê tiştekî wisa bû, ku rê li ber nedihat girtin.

 

Hediye berxwedana xwe ya li hemberî hewldanên destdirêjê jî wiha vedibêje, “Ez xistim odeyekê û hewl da destdirêjiyê (tecawiz) li min bike. Lêbelê min xwe radest nekir û rê neda. Ji sibehê ve ez bê xwarim hiştibûm. Bi kemera pantolê xwe dest bi lêdana min kir û bi quntaxê çeka xwe li pişta min dida. Paşê derî girt û çû.”

 

Ebû Mechel dema diçe, cilên pitikê û çanteya ku şîrê wê tê de bû jî li gel xwe dibe.Hediye jî çend deqeyan sere wê berjêr, bi bêdengî disekine. Hediye wê navberê êdî ji wê piştrast dibe ku ew êş û azarên ku dibîne bûne malê wê û biçe ku derê jî ev êş û azar weke sîbera wê dê li pey wê bin.

 

Roja din di saetên derengiya şevê de dengê mifteyê derî diçe wê. Ev Ebû Mechel e. Hediye ji wî re dibêje, “Tu min bikûjî jî ez nahêlim tu nêzikî min bibî. Te pitika min ji bircîbûnê kuşt.” Hediye dewam dike û dibêje: “Paşê çenteya min da min û min şîr da pitika xwe. Lêbelê min xwe radestî wî nekir. Ji neçarî Ebû Huda anî. Ebû Hudayê jî pitikê min a di landikê de bir. Her çiqas min lavayî jî kiribin bê feyde bû. Ji min re gotin, ‘Heta tu daxwazên me bicih neyînî em zaroka te nadin te.’ Wê demê min hest pê kir ku min hevjîn, kur, xizm û hemû tiştên xwe ji dest dane. Min ji wî re got ku ez bimirim jî tu li gel min ranazê.”

 

Ebû Mechel jî ji bo ku destdirêjiyê li Hediyeyê bike serî li her rêyî dide.

 

Hediye pê de diçe, “Ez birim zîndaneke piçûk. Min ber lingên xwe nedidîtin. Dema ku bi şev derî hat vekirin, min porên jinan ên birî, cilûbergên qetiyayî û texteyê rûniştinê yê hemamê dîtin. Min zanî ku beriya min li wê derê îşkence li gelek kesan hatine kirin.”

 

Roja din bi dengê derî Hediye dibîne ku Ebû Mechel û Ebû Huda ketin hindûr.

 

Hediye wiha behsa îşkenceyên li dijî wê dike, “Ebû Huda, demanceya xwe li ser singa min rast kir û di ber sere min re guleyek berda. Min jî got, ‘min bikuje, dilê min miriye û ez natirsim’. Ebû Mechel jî got, ‘Tu daxwazên me bicih bînî em dê zaroka te bidin te. Eger na em dê te bibin heman cihî.’”

 

Hediye ji bo gihiştina zaroka xwe ji neçarî serî li ber daxwazên wan ditewîne.

 

Ti kes li me xwedî derneket

 

Ew kes Hediyeyê û zarokê wê dibin maleke din ku keçeke din a Şingalî jî tê de bû.

 

Ev keça ku niha li hemberî min rûniştiye û bi pitika xwe ya pêlîstok dilîze û wê demê li ber şîr bû, jiyana dayika xwe ya êsîriyê dijwartir kiribû. Ez bi navê Eyşe gazî wê dikim lêbelê bersiva min nade, ji ber ku navê wê ne Eyşê ye.

 

Hediye dibêje, “Dema em rizgar bûn û gihiştin ser sînor weke ji karên destpêkê, min navê wê guhert û navê Nadya lê kir.”

 

Hediye li mala Ebû Mechel heyameke dirêj dimîne û ji ber şert û mercên giran ên xebatê weke keseke nivmirî dikir roj dibir serî.

 

Hediye axaftina xwe didomîne, “Li malê her tim 5 kesên DAIŞî hebûn û pêwîst bû me xizmeta wan bikira. Min ji Xwedê daxwaz dikir tenê 3 deqe jî bin ez wext bibînim ku şîr bidim pitika xwe.”

 

Karê Hediyeyî li wir bûye xizmetkirina malên wan kesan ku nas nedikirin bê ka kî ne, çi ne?

 

Rojekê li maleke ku dîsa bo xizmetkirinê çûbûyê, saet 10.00an hest bi wê dike ku derfeta revê heye û ew jî kilîla derî dişikîne, pitika xwe bi zikê xwe girêdide û direve. Lêbelê ber bi ku ve?

 

Li Reqqayê li deriyê malekê dide û bi lavayiyan alîkariyê dixwaze ku cihekê bidin wê. Jina xwediya malê jî jê re dibêje, ‘DAIŞî li her derê ne, em nikarin te qebûl bikin. Herwiha em nikarin alîkariya te jî bikin.’

 

Hediye bi gotinên wê jinê dikeve nav bêhêviyekî. Deriyekî din ê ku ji neçarî lê da bû jî li ser tê girtin û di mala sêyem de di rûyê jina ku derî vedike de dilrehmiyeke mirî dibîne.

 

Hediye: Ez bê kes û bê mal im. Bûyerek bi serê min hatiye. Pêwîstiya min bi alîkariya we heye, min qebûl bikin.

 

Xwediya malê (Bi dengekî nizm û bi tirs): Em dikarin alîkariya te bikin lê em nikarin cih bidin te û te qebûl bikin.

 

Hediye: Hûn dê çawa bibin alîkar?

 

Xwediya malê: Em dikarin keça te ji te werbigirin û xwedî bikin. Dema te bo xwe çareyek dît, tu dikarî bêy û keça xwe werbigirî. Ji ber ku eger zaroka te ne li gel te be dibe tu hêsantir rizgar bibî.

 

Hediye: Lêbelê ez nikarim zaroka xwe bihêlim.

 

Xwediya malê: Tu dizanî, em jî qurbaniyên wan in. Tu reviyayî û piştrast im ku bo dîtina te li pey te ne. Em tîka dikin, em naxwazin di agirê te de bişewitin.

 

Hediye, li Reqqayê, li navenda ‘xîlafetê’ li deriyên malan dida û li stargehekê digeriya. Keniyek. Lêbelê deriyê çarem ji bo Hediyeyê dibe deriyê bo dojehê. Ji ber ku xwediyên wê malê bi hinceta alîkariyê wê tînin bexçeyê xwe û piştre gazî çekdarên DAIŞê dikin. Hediye piştre radestî Ebû Mechel tê kirin û tê vegerandin bo cihê xwe yê berê. Ebû Mechel jî dest bi barandina xezeba xwe dike bi ser Hediyeyê de.