Nêçîrvan Barzanî, Mesûd Pizîşkiyan pîroz kir
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber serkeftina wî ya di hilbijartinan de Mesûd Pizîşkiyan pîroz kir.
Xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê doh ji bo hilbijartina serokkomarê serdema 14an çû ser sindoqan.
Namzedê reformxwaz Mesûd Pizîşkiyan ji sedî 53,7ê dengan wergirtin û bû serokkomarê Îranê.
“Ez Birêz Pizîşkiyan li ser navê xwe û gelê Kurdistanê pîroz dikim”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Xê Mesûd Pizîşkiyan pîroz kir û got:
“Ez Birêz Mesûd Pizîşkiyan li ser navê xwe û gelê Kurdistanê pîroz dikim û jê re hêviya serkeftinê dikim.”
“Çavê me li bipêşxistina pêwendiyan e”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî amaje bi pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Îranê re kir û got:
“Çavê me lê ye ku em pêwendiyên kevn û dostane li ser bingeha berjewendiyên hevpar û cîrantiya baş bi pêş bixin.”
بهبۆنهی ههڵبژاردنییهوه به سهرۆکی کۆماری ئیسلامیی ئێران، به ناوی خۆم و گهلی کوردستانهوه، پیرۆزبایی له بهڕێز مهسعوود پزیشکیان دهکهم، هیوای سهرکهوتنی بۆ دهخوازم.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) July 6, 2024
له ههرێمی کوردستان و عێراق چاومان له برهودان به پهیوهندیی لهمێژینهی دۆستانه و بهردهوامیی…