Li Bedlîsê qedexeya çûnûhatinê bi dawî hat

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xîzanê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ve qedexeya çûnûhatinê ku 2ê vê mehê li 10 gund û gundikan hatibû ragihandin hat bidawîkirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê ku îro Pêncşemê 6ê Temûza 2023an belav kiriye qedexeya çûnûhatina ku bi hinceta “parastina can û malê welatiyan” li gundên Bilgili, Akunus, Govan, Lanilan, Xulepur, Kekulan, Sureh, Pertacan, Kuran û Urehê ser bi navçeya Xîzanê hatibû ragihandin hatiye bidawîkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Qedexeya çûnûhatinê ya ku di encama tespîtkirina endamên rêxistina terorê de roja Yekşemê 2ê Temûzê hatibû ragihandin roja Pêncşemê 6ê Temûzê demjimêr 21:00 hatiye bidawîkirin.”

Li seranserê parêzgehên Bakurê Kurdistanê operasyonên bi hinceta PKKê berdewam in. Herî dawî meha Hezîranê li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê 14 dever di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de bo dema 15 rojan li ber çûnûhatina welatiyan hatibûn qedexekirin.