Erzingan: Termên 3 karkerên din hatin dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îliçê ya parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê termên 3 karkerên din hatin dîtîn.
13ê Sibata îsal li navçeya Îliçê kaneke zêran hilweşiyabû û 9 karker di bin axa bisiyanur de mabûn.
Termê 3 karkerên din jî hatin dîtîn.
Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtîna karkerekî din jî berdewam dikin.
5ê Nîsanê û 19ê Nîsanê jî termên du karkeran ji bin kana hilweşiyayî hatibûn derxistin.
4ê Gulanê jî termên 2 kesan hatibûn derxistin.
Herî dawî 4ê Hezîranê jî termê karkerekî hatibû dîtin
Wate heta niha termê 8 karkeran hatiye dîtin.
Niha ji bo dîtina termê kesî maye xebat tên kirin.