Omer Ocalan bo Rûdawê: Statûya Kurd û Kurdistanê ji bo me girîng e

Hewlêr (Rûdaw) – Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan ragihand ku bêyî wan ti hevpeyman an jî partî nikare bibe desthilat, lewma eger statûya Kurdan û Kurdistanê bê garantîkirin, ew dê jî piştevaniya pêwîst bikin.

Parlementerê HDPê yê Rihayê Omer Ocalan di derbarê hevpeymaniya partiyên siyasî yên Kurdî de ji Rûdawê re ragihand ku ew niha ji du aliyan ve bi karê hevpeymaniyê ve mijûl in ku yek ji wan hevpeymaniya partiyên Kurdistanî ye û ya din jî hevpeymaniya li gel partiyên Tirkiyê ye.

Omer Ocalan got hevpeymaniyên Cumhur û Millet nikarin bêyî wan bibin desthilat, lewma eger statûya Kurdan û Kurdistanê bê garantîkirin, ew dê piştevaniya pêwîst bikin.

Ocalan wiha got: “Di avakirina bingeha Komara Tirkiyê de Kurd weke nînin hatine hesibandin û her tim li ser Kurdan siyaseta pişaftinê hebûye. Vega li Kurdistanê di bin siwana DBP û DTKê de ligel hinek partiyên Kurdistanî danûstandin têne kirin. Xala em li ser bigihêjin hev yekîtiya Kurdan û berjewendiyên Kurdan e. Di bin vê siwanê de dibe ku nêrînên cuda hebin, lê em dixwazin di mijara yekîtiyê de xaleke hesas hebe. Pêwîst e di nav pergela siyaseta Tirkiyê de Kurd bihêz bin û xwedî bandor bin.”

Ocalan destnîşan kir ku li Tirkiyê tu tifaqên sereke hene û yek ji wan jî nikare bi serê xwe ji sedî 50 ya dengan bidest bixin û pêwîstiya wan bi HDPê heye û got: “HDP jî dixwaze tifaqa sêyemîn ava bike. Mirov dikare vê tifaqê weke tifaqa demokrasiyê bi nav bike. Em siyaseteke bihêz dimeşînin û di vê tifaqê de hinek daxwazên me hene. Ev daxwaziya me jî statûya Kurd û Kurdistanê ye. Em dixwazin bi rêyên demokratîk ev pirs were çareserkirin.”

Parlementerê HDPê yê Rihayê herwiha amaje bi wê yekê kir ku ew niha bo heyameke hestiyar derbas dibin û dixwazin rola xwe weke HDPê baş bilehîzin û got: “Em naxwazin di vê sedsalê de jî wenda bikin. Berjewendiyên gelê me ji bo me girîng e.”