Li Bedlîsê dest bi ser 2 ton 350 kîlo masî de hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelatê ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, dest bi ser 2 ton û 350 kîlo masiyên Gola Wanê de hat girtin ku bi qaçaxî hatibûn nêçîrkirin.

Parêzgariya Bedlîsê ragihand, tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û Fermandariya Cendirmayan a Xelatê ji bo rêgirîkirina nêçîra qaçax li Gola Wanê 4-5 Hezîranê li sînorên navçeya Xelatê pişkînîn kirin.

Di çarçoveya pişkînînan de dest bi ser 2 ton û 350 kîlo masiyên Gola Wanê de hat girtin ku bi qaçaxî hatibûn nêçîrkirin.

Masiyên bi qaçaxî hatibûn nêçîrkirin û torên masîvanan ku dest bi ser de hat girtin bo Rêveberiya Çandiniyê ya Xelatê hatin radestkirin.