PÇDK tevlî hilbijartinên Herêma Kurdistanê dibe

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) tevlî hilbijartinên Herêma Kurdistanê dibe.

Nûnerê PÇDKê yê li komîsyona hilbijartinan Ebdulwehab Ehmed derbarê beşdarbûna PÇDKê di hilbijartinê de ji Rûdawê re got: “Komîsyona hilbijartinê bi nivîsa hêjmara 34 partiya me agehdar kiriye ku dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.”

Roja 21ê îlona 2013an hilbijartinên serokatî, parlamento û encûmena parêzgehan tê encamdayîn. 

Berî çend rojan hatibû ragihandin ku komîsyona hilbijartinan destûr nedaye ku PÇDK beşdarî hilbijartinan bibe. 

Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) li sala 2002yê hatiye damezrandin, di aliyê îdeolojîk de wek partiyeke nêzîkî PKKê tê naskirin. PÇDK sala 2005ê beşdarî hilbijartinên Herêma Kurdistanê bibû û derdora 19 hezar deng bidestxistin, lê negihişt parlamentoyê. 

Berpirsê rêkxistinên PÇDKê Mihemed Ebdulla ji Rûdawê re got ku wan sala 2003yê û sala 2012ê doza rêdanê li wezareta navxwe ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin: “Wezîrê navxwe ji me re got partiya we di bazinê sor de ye, lê rohn nekir mebesta wî ji bazinê sor çi ye.” Ebdulla got ku her çiqasî heta niha bersiva doza xwe ya rêdanê wernegirtine, “lê em piştgiriya xelkê wek rêdan dibînin.” 

PÇDK sala 2009ê bi navê Lîsta Hîwa xwe li Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tomar kir û hejmara 63 a beşdarbûnê wergirt. Lê piştre ew lîste ji ber nebûna rêdanê ji aliyê komisyonê ve hat hilweşandin.