Nêçîrvan Barzanî li ser navê gelê Kurdistanê pîrozbahî li Charles kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li şahê Brîtanyayê Charles III kir ku bi merasimeke olî li dêra dîrokî ya Westminster Abbey ya Londonê tac danî li ser serê xwe.
Li paytexta Brîtanyayê bajarê Lodanê îro Şemiyê 6ê Gulana 2023yan, Şahê Brîtanyayê Charles III bi merasîmeke olî ya ku li Dêra dîrokî ya Westminster Abbey tac wergirt.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser hesabê xwe yê twitterê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got, ez li ser navê gelê Kurdistanê bi dil û can pîrozbahiyê li şah Charles III dikim.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahî de got: “Ez di wê baweriyê de me ku peywendiyên di navbera Kurdistan, Iraq û Brîtaniyayê de dê di serdema şah Charles III de bihêztir bibin.”
On behalf of the people of the Kurdistan Region, I extend my heartfelt congratulations to King Charles III on His Majesty’s coronation as the King of the United Kingdom and Commonwealth realms.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) May 6, 2023
I’m confident that the ties between Kurdistan and Iraq with the United Kingdom will…