Parêzerê Kurd Mesûd Şemsnijad sibê tê dadgehkirin


Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e sibê çarşemê parêzerê Kurd Mesûd Şemsnijad li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê li ber dadgeha inîlabê ya bajêr amade bibe.

Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, her sê parêzeran Salih Nîkbext, Ebas Cemalî û Osman Muzeyen wê li dadgehê bergiriyê li muwekilê xwe Mesûd Şemsnijad bikin.

Di çend rojên borî de saziya bi navê “Parêzerên Piştgirên Mafên Mirovan” ku Şêrîn Ebadî serokatiya wê deik, rexne li navenda parêzerên parêzgeha Ormiyê kirin û piştgirî da parêzer Mesûd Şemsnijad.

Şemsnijad piştî mirina bi guman a xwendekara Kurd Şeyda Hatemî ya li zanîngeha Nazlû ya bajarê Ormiyê, ragihandibû ku ew amade ye parêzertiya dosyeya wê bike, lê piştî çend rojan rayedarên bajarê Ormiyê di nameyekê de ji Şemsnijad re ragihandin ku mafê parêzeriya wî ji bo demeke nediyar jê hatiye standin û ew nikare parêzertiyê bike.

Sala borî parêzer Mesûd Şemsnijad ji ber sedemeke nediyar ji aliyê hêzên ewlekariyê yên bajarê Ormiyê ve hatibû girtin û piştî 34 rojan hatibû berdan.

Şemsnijad parêzertiya gelek girtiyên siyasî yên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê kiriye. Ev yek jî yek ji sedema girtin û dadgehkirina wî parêzerê Kurd e.