Li Deriyê Sînorî yê Xabûrê şofêr li ser rê fitara xwe vedikin: ‘Şofêrtî wiha ye!’

Hewlêr (Rûdaw) – Li Deriyê Sînorî yê Xabûrê yê li navçeya Silopyayê ya Şirnexê şofêr li ser rê fitara xwe vedikin.

Bi nêzîkbûna dema fitarê, şofêr li gorî derfetên heyî dest bi çêkirina xwarina xwe dikin.

Şofêrên barhilgiran kelûpelan ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tînin Herêma Kurdistanê û Îraqê lê bi rojan di dorê de dimînin û xwarin û vexwarina wan jî li ser rêyan e.

Şofêr Abdullah Akkoyun anî ziman:

“Em xwarinên cor bi cor çêdikin û carinan hevalên me tên ba me û carinan jî em diçin. Em her bi vî awayî xwarina xwe dixwin.

Şofêrtî wiha ye. Em ji mala xwe dûr in û hem kêfxweşiya wê hem jî nexweşiya wê heye.”

Di meha Remezanê de rewşa şofêrên barhilgiran zehmettir dibe lê her corekî xwarinê amade dikin wekî ku li mala xwe bin.

Şofêr Mûsa Ozbayar jî da zanîn:

“Niha ji bo fitarê em amadekariyan dikin. Wekî hûn dibînin ez xwarina ecînê çêdikim.”

Di Dêriyê Sînorî yê Xabûrê re ku di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de ye rojane nêzîkî du hezar barhilgir derbas dibin û ji ber vê yekê jî şofêr neçar dimînin bi rojan di dorê de bimînin.