Li navçeyên erdhejê derdora 9.2 milyon dengder hene

Hewlêr (Rûdaw) - Derveyî bajarên ku erdhejê ew wêran kirine, li temamê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rojev li ser hilbijartinan hatiye avakirin. Berê rexneyan jî li desthilatê ye. Mereşa ku navenda herdu erdhejên bihêz bû, hîna di bin kavilan de ye û ji rojeva siyasî qut bûye.

Berê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li hilbijartineke dîrokî ye. Lê ti reng û dengê hilbijartinê li bajarê wêran Mereşê nayê dîtin ku navenda dû erdhejên 6ê Sibatê ye.

Piraniya aliyan di wê baweriyê de bûn ku rexneyên ji ber erdhejê li desthilatê tên girtin dê destê opozîsyonê di hilbijartinan de bihêz bike. Lê Serokê Rêxistina CHPê ya Mereşê dibêje ew ji ber êş û birînên erdhejê nikarin ji welatiyan re behsa siyasetê bikin.

Serokê Rêxistina CHPê yê Mereşê Cem Yildiz got: “Navenda bajarê Mereşê, navendên navçeya me ya Pazarcik û navçeya Elbîstanê hema bêje hemû wêran bûne. Erdhejê navend nehiştiye. Em niha nikarin biçin ji van mirovan re behsa polîtîkayên partiya xwe bikin. Em nikarin bibêjin kampanya hilbijartinan ev e. Em dê biçin cem van mirovan û ji wan re behsa wê yekê bikin ku em çawa dikarin birînên wan bipêçin."

Piştî erdhejê opozîsyonê ji ber wernegirtina tedbîrên pêwîst ên berî erdhejê û dereng gihiştina welatiyan desthilatê wek berpirsê mirênên li 11 parêzgehên erdhejê dibîne.

Lê beşek ji xelkê Mereşê berovajî opozîsyonê di vê mijarê de  xwedî helwesteke cuda ne.

Dikandar li Mereşê Latîf Dalyan dibêje: “Bi baweriya min pêvajoya herî baş di vê demê de Erdogan birêve bir. Ji vê zêdetir nabe. Ne asan e li 11 bajaran erdhej çêbûye. Li ba herkesî xeletî dibin, lê li gor min Tayyîp Erdogan proseya herî baş birêve bir.”

Di erdheja 6ê Sibatê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê heta niha zêdeyî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dane. Bi nerîna Opozîsyonê, ev hejmar zêdetir e û piraniya wan mirinan nehatine ragihandin. Ev yek jî di hilbijartinan de cihê nîgeraniya opozîsyonê ye.

Cem Yildiz herwiha got: “Mêrik ji bin kavilan nehatiye derxistin. Mirî ye sax e ti kes vê nizane. Bi hezaran kesên wiha hene. Em derbarê van mirovan de ji hikûmetê bawer nakin. Ev mirov helbet mirine û bi awayekî bê xwedî li goristanan hatine veşartin. Ji ber navê wan ji sîstemê nehatiye jêbirin hê jî wek dengder diyar dibin. Em derbarê vê de jî xebatan dikin. Dibe ku hikûmeta dengê van kesan jî bikar bîne.”

Li gor hinek lêkolînan li 11 parêzgehên erdhejê mafê dengdanê yê derdora 9.2 milyon kesan heye. Lê 1.4 milyon ji wan ji ber erdhejê koçî bajarên din kirine.

Ji nû ve avakirina herêmên erdhejê jî mijara serekeya propagandeya aliyên siyasî ye bo hilbijartinên 14ê Gulanê daku wan dengan bidest bixin.