Platforma Zimanê Kurdî ji bo zimanê Kurdî bang li dewletê û partiyan kir
Amed (Rûdaw) - Platforma Zimanê Kurdî li Amedê bang li dewletê kir ku zimanê Kurdî weke zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî nas bike. Bangewaziyek jî li partiyên siyasî kir ku girîngiyeke ziman bidin Kurdî. Navenda Lêkolîna Zimanê Kurdî MED-DERê jî bang li partiyên Kurdî kir ku li Bakurê Kurdistanê berbijêrên ku bi Kurdî baş dizanin nîşan bidin. Welatiyên Amedê jî dibêjin kesên ku bi Kurdî nizanibin nikarin li parlamentoyê nûnertiya Kurdan bikin.
Platforma Zimanê Kurdî ku ji 9 partî û rêxistinên Kurdî pêk tê, bang li dewletê kir ku zimanê Kurdî weke zimanê perwerdehiyê û zimanê Kurdî nas bike. Hemû astengiyên li pêşiya ziman rake.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî di daxuyaniyê de got, “Ji bona me ziman û nasnameya Kurdî xeta sor e. Bila hemû aliyên siyasî vê rastiyê baş zanibin; em Kurd in, zimanê me Kurdî ye û welatê me jî Kurdistan e.
Saziyên ziman jî bang li partiyên Kurdî dikin ku hemû berbijêrên Kurd ên parlamentoyê ji wan kesên ku Kurdî dizanin hilbijêrin.
Hevseroka Navenda Lêkolîna Zimanê Kurdî (MED-DER) Şukran Yakut got, “Divê em vê ji xwe re bikin prensîb, berbijêrên me divê bi zimanê dayika xwe bizanibin. Ji ber ku tu bi zimanê xwe dibî xwedî nasname, hemû jiyana xwe, nirxên xwe tu bi zimanê dayika xwe nîşan didî.”
Partiya Demokratîk a Gelan HDP ku dê bi lîsteya Partiya Çep a Keskan bikeve hilbijartinê jî vê bangê erênî dibîne û dibêje heta ji destê wan tê ew ê guh bidin vê bangewaziyê.
Hevserokê HDP a Amedê Zeyad Ceylan li ser civîna paltformê got, “Em ewladê vî gelî ne û heman wextê de em partiyeke vî gelî ne. Em mecbûr in ji zimanê xwe re, ji çanda xwe re xizmetê bikin. Pêvajoyên hilbijartinê derfetê didin me ku em asta vê bilindtir bikin.”
Beriya hemû hilbijartinan bangewaziyên xwedîderketina li zimanê kurdî lawaz jî be dihatin kirin. Lê vê carê ji ber ku 9 partiyên kurdî bi hev re vê bangewaziyê dikin, giraniya wê jî zêdetir dibe.
Karsaz Newzad Karageçî anî ziman, “Bedela wê çi dibe bila bibe divê zimanê xwe bi kar bînin û di wê çarçoveyê de divê bikaribin siyasetê bikin.”
Ekrem Sadunoglu yê bêkar got, “Gerek zimanê xwe bizanibin ma gerek zimanê xwe nizanibin?”
Welatî Ramazan Bulut anî ziman, “Kurdbûn e û gerek divê zimanê xwe bizanibî. Zimanê dayikê şert e, esas e.”
Welatî Şewket Dalmizrak jî got, “Ew ên ku ji Diyarbekirê rabin herin parlamentoyê gerek e zimanê xwe zanibin.”
Di van salên dawiyê de ji ber kampanyayên dersên bijarte yên kurdî û xebatên li ser medyaya civakî, hişmendiya ziman roj bi roj di nava civakê de û partiyên siyasî de jî zêdetir dibe. Lê ev hişmendî dê bandoreke çiqas li ser danîna berbijêrên Kurdîzan bike, ew ê di 9ê nîsanê de, di dema eşkerekirina berbijêran de diyar bibe.