Li Wanê bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Rasatxaneya Kandilli ragihand ku li navçeya Rêya Hewrîşim a ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbûye û kûrahiya wê 5 kîlometre bin erdê bûye.

Rasatxaneya Kandilli roja Pêncşemê 6ê Nîsana 2023an ragihand ku li navçeya Rêya Hewrîşimê ya Wanê demjimêr 16:46 deqqe bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbûye û kûrahiya wê jî 5 kîlometre bin erdê bûye.

Lê Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) jî ragihandiye ku erdhej li navçeya Tûşbayê bûye û hêza wê jî 3.5 pile bûye. Herwiha kûrahiya wê jî 7 kîlometre bin erdê bûye.