Desteya Bilind a Hilbijartinan belgenameya destbikarbûnê nade berbijêrekî HDPê

Navenda Nûçeyan- Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, bi hinceta ku berê bi Biyarnameya di Hikmê Qanûnê de ji kar hatiye dûrxistin belgenameya destbikarbûnê bo serokatiya şaredariyê nade berbijêrekî serkeftî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).

 

Bi hinceta ku dema rewşa awarte bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de ji kar hatiye dûrxistin, Ofîsa Bajarokê Dugorê ya Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, belgenameya destbikarbûnê nede Berbijêrê Serkeftî yê HDPê Ebubekir Erkmen û rêgiriyê dike ku bibe Serokê Şaredariya Bajarokê Dagpinar ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê.

 

Berbijêrê HDPê Ebubekir Erkmen di hilbijartinên 31ê Adarê de ji sedî 54.25ê dengan wergirtin û li bajarokê Dagpinar serkeftin bidest xist, Lê Ofîsa Bajarokan a Desteya Bilind a Hilbijartinan ragihand ku navbirî li gor Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de ya hejmar 692 ji kar hatiye dûrxistin û li gor biryarnameyê bi ti awayekî nabe vegere ser kar.

 

Li gor daxuyaniyê, bi piştgirêdana Maddeya 1863 ya Yasaya Hilbijartinan, rêgirî li wan kesan tê kirin ku navê wan di lîsteya reş de hebe, postên hikûmî werbigirin û di vê çarçoveyê de bi mebesta yekalîbûna mijarê, nivîsek ji Encûmena Dadwerî re hatiye şandin.