Li Başîkê jinekê hevjînê xwe û xasî-xezûr û tiyekî xwe kuşt

Mûsil (Rûdaw) – Li devera Başîkê li parêzgeha Mûsil, jinekê hevjînê xwe û dayik û bav û birayê wî kuşt.

Li devera Başîkê ya Mûsilê, îro (06.04.2013) jinekê ji ber arîşeyên malbatê hevjînê xwe û bav û dayik û birayê wî kuşt û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

Pêşmergeyekî bi navê Bedirxan Hecî ku bo dabînkirina ewlehiyê çûbû cihê bûyerê, ji Rûdawê re got, îro danê êvarê li gundê Derawîş ê Başîkê jinekê ji ber arîşeya malbatê hevjînê xwe kuşt.

Hecî diyar kir ku jina han piştî kuştina hevjînê xwe dayik û bav û birayê wî jî kuştibû û ji ber wê jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.