PWK: Sed sal in komkujî li bakurê welatê me didomin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Welatparên Kurd Kurdistanê (PWK) bi boneya salvegera destpêka Tevgera Kurd a Koçîgiriyê peyamek belav kir û tê de ragihand ku “Sedsal e komkujî li Bakurê welatê me didomin.”

PWKyê bi boneya salvegera 103yemîn destpêka Tevgera Kurd a Koçgiriyê peyamek belav kir.

Di daxuyaniya xwe de PWK dibêje:

“Di destpêka rûxandina Împaratoriya Osmanliyan de gelek gelên ku di bin destê  Împaratoriya Osmanlî de bûn, di hewla azadiya gel û welatê xwe de bûn.

Herweha di wê demê de dewletên mezin ên wek Îngilîz û Firansizan yên ku li herêma Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzîk xwediyê mîsyonên mezin bûn jî li gorî berjewendîyên xwe bi karê dizayînkirina herêmê re bûn.”

Hişmendiya serxwebûna welat germ bûbû”

Li gorî daxuyaniya PWKyê:

“Di nav rewşenbîr, xwenda û arîstokratên Kurdan de jî hest û hişmendiya azadiya gel û serxwebûna welat germ bibû.

Ji bo zêdekirina hestên welatperweriyê, hestên azadiya gel û serxwebûna Kurdistanê, di demeke kin de gelek rojname û kovar derketin, komel û teşkîlat hatin avakirin.

Yek ji van teşkîlatan Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê bû. Dema ku qanî bûn ku li gel Jontirkên Nû yên ku di Îtihat û Terakî de xwe birêxistin kiribûn û bi hêz bûn, nikarin bi hev re bibin xwedî dewletekê.

Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê jî li Kurdistanê dest bi xwe birêxistinkirinê kir. Di hewla pêşî de herêmên Koçgirî-Dêrsim, Amed û Wan hatibûn helbijartin.”

“Kurdan ji bo parastina xwe dest amadekariyê kir”

PWKyê da zanîn:

“Dema Şoreşa Çiriya Peşînê de ku Rûs ji Kurdistanê vekişiyan û Kurd li herêma xwe bi awayekî otonom dijîyan, Îdareya wê demê ya Dewleta Tirkiyeyê destpêkir Siwariyên Ordiya 6ê ya Tirkiyeyê li herêma Koçgiriyê bi cîh bike.

 Ji bo wê jî gelek leşker kişandin herêmê. Ji ber ku Kurdan talankerî, wêrankerî û kuştinên Jontirkan baş dinasîn, Kurdan jî ji bo parastina xwe dest bi amadekariyê kir.

Di destpêka 1921an de li hinekî devera bûyerên biçûk diqewimîn. Lê tevger bi serokayetiya Elîşan Beg û Elîşêr Efendî 6ê Adara 1921an dest pê dike.

Heyder Beg, Mehmed Îzet, Nakî, Hesen Eskerî, Kazim di pêşengiya Tevgerê de cih digirin.”

“Gelê Kurdistanê 200 sal e têkoşîna azadiyê dimeşîne”

PWKyê amaje bi wê yekê dike ku Kurd li Bakurê Kurdistanê her tim rû bi rûyê komkujiyan bûne û dibêje: “Bi qetliyama hezaran Kurdan, bi kavilkirina 132 gundan û talankirina bi hezaran terş/heywan û zexîreyên gelên herêmê, ev Tevgera Kurd a Koçgiriyê di 25ê Hezîrana 1921an de diqede.

Ev dîmen li Bakurê welatê me sedsal e didome. Gelê Kurdistanê 200 sal e têkoşîna azadiya welatê xwe dimeşîne.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de PWK radigihîne:

“Doza azadiya Kurdistanê îro bi ked û xebat û têkoşîna şehîdên Koçgiriyê, Pîran, Agirî, Dêrsim, Mehabad, Barzan, Qamişloyê gav bi gav destkeftinan bi dest dixe.

Heta ku li her çar perçeyên Kurdistanê jî gelê me azadiya xwe bi dest bixe dê ev têkoşîn berdewam bibe.

Em di 103 saliya tevger û serhildan û berxwedana Koçgirîyê de rêber û şehîdên Tevgera Koçgiriyê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”