Di doza Tahîr Elçî de xwestekên parêzeran hatin redkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di doza kuştina Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî de dadgehê xwestekên parêzeran ên derbarê kuştina wî de red kirin.

Herwiha dadgehê doz taloqî 12ê Hezîrana 2024an kir.

Parlamenterê CHPyê yê Amedê û Wekîlê Serokê Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyeyê Sezgîn Tanrikulu jî ji ber ku destûr neda li cihê bûyerê keşf bê kirin bertek da dadgehê.

Rûniştina doza kuştina Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî îro li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi rê ve çû.

Polîsên bi navê S.T., F.T. û M.S. yên ku di dozê de negirtî dihatin darizandin bi rêya Sîstema Deng û Dîmen beşdarî dozê bûn.

Herwiha hevjîna Tahîr Elçî Parlamentera CHPyê ya Stenbolê Turkan Elçî û parêzer jî li salona dadgehê amade bûn.

Serdozgerê Komarê bi hinceta ku dosya berfireh e, ji bo ku nêrîna xwe ya li ser esasê amade bike û pêşkêşkirina dosyayê, dema zêde xwest.

Sezgîn Tanrikuluyê ku doz dişopand helwesta dadgehê rexne kir û wiha got:

“Di ser mirina Tahîr Elçî re nêzikî 9 salan derbas bûn. Piştî rûniştina îro dayîna biryara dozê taloqî 12ê Hezîranê hat kirin.

Dozgeriyê bi hinceta tevlîheviya dosyayê nikarî derbarê esasê de nêrîna xwe amade bike.

Herwiha hat diyarkirin wan ji ber ku dadgehê daxwazên Turkan Elçî û Baroya Amedê yên berfirehkirina lêpirsînê pêk neanîne gilî kirine.

Tanrikulu wiha pê de çû, “Li cihê bûyerê keşf nehat kirin, dadgehê daxwaza keşfê red kir.

Nexwestina wî ya daxwaza keşfê, bi hinceta guherînên li cihê bûyerê, nîşan dide ku niyeta wî ya pêkanîna edaletê di vê dozê de nîne.”

Parlamenterê CHPyê Tanrikulu bal kişand ser rûniştina ku dê di 12ê Hezîranê de bê kirin û tekez kir ku heta kiryar diyar nebin ew dê bûyerê bişopînin.