Dayîkek: Ciwanên Şoreşger keça min a 15 salî revand

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Til Temira Rojavayê Kurdistanê keçeke 15 salî hatiye birin.

Zanyarî û belgeyên taybet ji kesûkar û malbata keça bi navê Wesîle Ebdulsemed Kîkiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatin şandin.

Keça 15 salî Wesîle Ebdulsemed Kîkî 2008an ji dayîk bûye.

Malbata wê ji Rûdawê re ragihand ku roja 28ê Sibatê, Ciwanên Şoreşger keça wan biriye.

Malbatê diyar kir dema ku keça wan diçû Dibistana Ednan El-Malikiyê û xwendekara pola 10an e.

Malbata Wesîleyê destnîşan kir ku piştî revandina keça wan bi demjimêrekê, hevalên wê yên dibistanê ew agahdar kirine.

Malbat ji wê rojê ve li çarenivîsa keça xwe dipirse lê ti aliyekî soz nedaye wan ku keça wan vegerîne yan jî li xwe mikur werin.

Dayika Wesîleyê Rojîn Kîkiyê li ser keça xwe anî ziman:

“Em çûn cihên Ciwanên Şoreşger lê ew dibêjin me ew nedîtiye. Hevalên wê em agahdar kirin. Ciwanên Şoreşger di dibistanê de tunel vekirine û wan ew bi wê rêyê biriye.”

Dayika Wesîleyê herwiha got:

“Heger min zanibûya Ciwanên Şoreşger di wê dibistanê de hene min keça xwe nedişand. Keça min li cem wan e.”

Heta niha gelek malbatan ji Rojavayê Kurdistan bi rêya Rûdawê bûyerên wekî vê ku Ciwanên Şoreşger zarokê wan birine ragihandine û daxwaz kirine ku zarokên wan werin vegerandin.