Sêrt: Bazara ajelan ji ber nexweşiyê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ji ber metirsiya belavbûna nexweşiya tebeqê (şap) bazara kirîn û firotina ajelan ji bo demekê hat girtin.

Parêzgariya Sêrtê li ser girtina bazara kirîn û firotina ajelan daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariyê piştî ku bi ajelekî re nexweşiya tebeqê hatiye dîtin bi armanca wergirtina tedbîran bi biryara Komîsyona Berpirsên Tenduristiya Ajelan bazar heta 20ê Adarê hat girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ji bilî wan kesên ku bi armanca serjêkirinê dikevin diçin, heta 20ê Adarê li bazarê tevgera kirîn û firotina ajelan hatiye qedexekirin û heta bidawîbûna karantînayê biryar derbasdar e.