Geştyarên li ser Çiyayê Nemrûdê asê mabûn, hatin rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolikê ya ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, 8 geştyarên li ser Çiyayê Nemrûdê asê mabûn, hatin rizgarkirin.

4 welatiyên Taylandî, welatiyekî Amerîkî, welatiyekî Îtalî û 2 welatiyên Tirkiyê, bi armanca serdanê derketin lûtkeya Çiyayê Nemrûdê ku 2 hezar û 150 metreyan ji asta deryayê bilind e. Geştyar di vegerê de ji ber berf û pûkê li ser çiyê asê man.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û cendirme bo cihê bûyerê hatin veguhestin. Piştî xebatên demjimêrekê 8 geştyar hatin rizgarkirin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê hatin veguhestin.

Hat ragihandin rewşa tendirustiya geştyarên ku hatine rizgarkirin baş e.