Du jinên Kurd ên Êzidî behsa derdeseriyên li nav DAIŞê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Du jinên Kurdên Êzdî ku ji destê DAIşê li Baxozê hatine rizgarkirin behsa jiyana xwe li jêr destê rêxistina DAIŞê dikin.

 

Yek ji ji wan jinan bi navê Sebha Hesen ku çend salan ji neçarî di bin destê DAIŞê de jiya ye, behsa çîroka xwe ya gelekî bi jan û derdeserî li nav DAIŞê dike. Sebha Hesen, ji sala 2014ê ve ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye revandin û bi gotina wê çend caran kirîn û firotin pê hatiye kirin, rûbirûyê destdirêjiyê bûye û gelek xirabî li beramber hatine kirin.

 

Yek ji wan jinan bi navê Sebha Hesen dibêje, di nav Sûriyê û Iraqê de çend caran hate firotin, vê dawiyê jî çekdarekî DAIŞê ku Kurdê Kerkûkê bû ew kirîbû û biribû bajarokê Baxozê. Sebha Hesen piştî kuştina hevjînê wê li Baxozê xwe dighîne HSDê û rizgar dibe.

 

Rizgarbûya Destê DAIŞê Sebha Hesen dibêje: “Berî 3-4 rojan şer gelek dijwar bû. Ji aliyekê ve balafiran êriş dikir û ji alliyekê top diavêtin. Em derketin lê me nedizanî em dê bisaxî derkbikevin an dernekevin.”

 

Sebha vê dawiyê di meha Çile ya 2019ê de kariye ji destê DAIŞê bireve, ew demeke zêde li bajarokê Baxozê jiya ye û hevjînê wê yê dawî jî Kurdê Kerkûkê bûye, ku 15 salan li Brîtanyayê jiya ye û piştre ji bo biçe nav DAIŞê vegeriya ye Iraqê.

 

Sebha ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatiye rizgarkirin, du keçên wê hene û çend rojan piştî rizgarkirinê bo Başûrê Kurdistanê hatiye vegerandin û niha ligel keçên xwe li kampeke koberan a Duhokê dijîn.

 

Ji xeynî Sebha, çend jin û zarokên din ên Êzdî li bajarokê Baxoz rizgar bûne û vegeriyane Başûrê Kurdistanê.

 

Besê Hemo ku yek ji wan jinan e, behsa çawahiya reva ji nav DAIŞê dike.

 

Sala 2014ê dema DAIŞê êrîşî Şingalê kir bi hezaran keç û jinên Kurd ên Êzdî ketin bin destê DAIŞê û wek kole danûstandin ligel wan hat kirin, lê piştre bi hewldanên hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend rêxistinên din, hejmareke zêde ji wan ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin û bo Başûrê Kurdistanê hatin vegerandin.