6 girtiyên PKKê ji girtîgeha Amedê reviyan!

 

Amed (Rûdaw) – Komek girtiyên siyasî yên kurd, ku bi tohmeta endamtiya PKKê hatibûn girtin, ji girtîgeha bajarê Amedê reviyan!

 

Li gorî medyaya Tirkiyê, îro 6 girtiyên kurd ji girtîgeha tîpa D a bajarê Amedê reviyan.

 

Li gorî agahiyan, di nav wan girtiyên ku reviyane de girtiyên ku sala 2013ê ji girtîgeha bajarê Çewligê reviyabûn û dîsa hatibûn girtin jî hene.

 

Hat gotin ku dema gardiyanan danê sibê girtî jimartine, zanîne 6 girtî kêm in. Heta niha nayê zanîn ew girtî çawa reviyane.

 

Hêzên ewlehiyê ji bo girtina wan girtiyan dest bi operasyonê kirine û her der agahdar kirine.

 

Roja 29ê Îlona 2013ê jî 18 girtiyên PKKê ji girtîgeha bajarê Çewligê bi vedana tunêlê reviyabûn. 17 ji wan dîsa hatibûn girtin lê yek ji wan rizgar bibû.