Amed: 6 kes bi hinceta 'propgandaya PKKyê' hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 6 kes bi hinceta “propgandaya PKK/KCKyê” hatin girtin.

Parêzgariya Amedê di daxuyaniyekê de ragihand hêzên ewlehiyê bi hevaheniya Serokatiya Saziya Îstixbaretê li navçeya Pîranê ya Amedê operasyoneke hemwext pêk aniye.

Li gorî parêzgariya Amedê di operasyonê de 6 kesên bi navên M.K, Y.E, M.T, M.O, Y.Y. û  K.B. bi hinceta “propgandaya PKK/KCKyê” hatine girtin û operasyon ji bo desteserkirina 2 kesên din jî berdewam e.

Herwiha li gorî nûçeyeke Ajansa Mezoptamyayê li navçeya Pîrana Amedê hêzên ewlehiya Tirkiyeyê bi operesyonêkê bi ser çend navnîşanan de girtine û Hevserokê rêxistina Pîranê yê DEM Partiyê Mehmet Taşkin û 3 kesên din desteserkirine.

Taşkin û kesek din piştî karûbarên îfadeyê hatibûn berdan.