Lêgerîn û Rizgarkirina kesên di bin kavilan de mane berdewam e
Hewlêr (Rûdaw) - Serokayetiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku hejmara qurbaniyên di erdhejê de canê xwe jidest dane gihişte hezar û 762 kesan û hejmara birîndaran jî bo 12 hezar û 68kesan zêde bûye.
AFAD berdewam amarên derbarê erdhejê de nû dike. Di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand: “Hejmara qurbaniyên di erdhejê de canê xwe jidest dane gihişte 1762 kesan û hejmara birîndaran jî bo 12068 kesan zêde bûye. Di encama wê erdhejê de 5 hezar û 606 xanî û avahî hilweşiyane.”
Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû çêbû û di serî de li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bi tundî hest pê hat kirin.
Piştî erdheja yekem, a herî mezin bi pileya 7.6 nêzîkî 100 erdhejên din çêbûn. Îro demjimêr 13:24 navenda wê navçeya Elbistanê ya Mereşê erdhejek bi pileya 7.6 çêbû.
AFADê di daxuyaniya xwe ya berî niha de jî ragihandibû ku li gor zanyariyên wan ji Navenda Hevhangî, Karesat û Tendirsutiyê ya Tirkiyê wergirtine.
Li #Amed`ê xebatên lêgerîn û rizgarkirina kesên di bin kavilan de mane berdewam in
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 6, 2023
Foto: Abdulselam Akinc / Rûdaw#Erdhej #ErdhejaMereşêhttps://t.co/Q7xkbbtHdo pic.twitter.com/UQMpK9w1Lp
Lêgerîn berdewam e
Li 10 parêzgeh û navçeyên wan ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ku di encama erdhêjê de gelek avahî hilweşiyan, lêgerîna li avahiyên hilweşiyayî didome.
Li #Amed'ê ji bin avahiya ku hilweşiya bû de kesekî nexweşiya şekir pê re hebû piştî 15 saetan hat rizgarkirin.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 6, 2023
Tîma Rûdawê ew kêliyên rizgakirinê tomar kirin
📽️Abdulselam Akincî#Erdhej #ErdhejaMereşê pic.twitter.com/Ar6ZavDLrr
Navendên alîkariyê hatine danîn
Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê navendên alîkariyê hatine danîn da ku xelk alîkariyê bişîne ji mexdurên erdhejê re bişînin.
Li parêzgehên Mêrdîn, Şirnex, Sêrt, Çewlîg û Wanê yên Bakurê Kurdistanê û gelek parêzgehên xelk alîkariyên wek xurek û pêdiviyên din ên jiyanê ji mexdûrên erdhejê re dişînin.
Her wiha ji van parêzgehan tîmên hawarçûnê û otomobîlên kar jî bo navçeyên erdhejê hatine şandin.
Di heman demê de li parêzgehên Bakurê Kurdistanê navendên taybet hatine destnîşankirin jibo ku mexdurên erdhejê lê werin bicîkirin.
Navendên alîkariyê hatine danîn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 6, 2023
Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê navendên alîkariyê hatine danîn da ku xelk alîkariyê bişîne ji mexdurên erdhejê re bişînin.
📸AA#Erdhej #ErdhejaMereşê pic.twitter.com/WdZrIEEV1W
Dibistan heta 13 Sibatê hatin ragirtin
Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê rahihand ku ji ber erdhejê li Seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê perwerdehî heta 13 Sibatê hat rawestandin.
Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê Mahmut Ozer ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber erdhejên 7.7 û 7.6 yên ku li Mereşê çêbûn perwerdehî heta 13ê Sibatê hatiye rawestandin.
Li aliyê din Serokatiya Lijneya Perwerdehiya Bilind (YOK) piştî erdheja ku navenda wê li Mereşê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand li Antalya, Çewlig, Xarpêt, Erzîngan, Karaman, Qeyserî, Konya, Mêrdîn, Mêrsîn, Nîgde, Sêwas û Dêrsimê dewreya perwerde û hîndekariya nîvsala biharê ya li saziyên xwendina bilind ji bo demeke ku paşê bê diyarkirin hatina paşxistin.
13 welatên endamên Yektiya Ewropayê ekîb diçin Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê
13 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo erdhejên navend Mereş dê ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê bişînin.
Ji berdevkên Komîsyona YEyê Balazs Ujvarî di civîna çapemeniyê ya rojane de bo erdhejên bi lerzên 7,7 û 7,6ên li Mereşê daxuyanî da.
Ujvarî got ku ji welatên curbecur ji 10î zêdetir ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê seferber kirin û got ku heta niha ji bo alîkarî kirinê Bulgaristan, Kirwatistan, Çekya, Fransa, Yunaistan, Hollanda, Poland, Romanya, Macaristan, Îtalya, Spanya, Malta û Slovakyayê pêşniyaza alîkariyê kirin.
Di axaftina xwe de Ujvarî destnîşan kir ku heta niha 13 welatên endamên YEyê biryar dan ku ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê bişînin bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.
Ji Herêma Kurdistanê alîkarî