Berfê rêya Çiyayê Nemrûdê girt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolikê ya ser bi parêzgeha Semsûra Bakurê Kurdistanê ve, rêya Çiyayê Nemrûd ji ber berfê hat girtin.

Li Çiyayê Nemrûd ku ji asta deryayê 2 hezar û 134 metre bilind e, stûrbûna berfê gihişte 4 metreyan.

Rêya bejahî ya di navbera Kolik û Çiyayê Nemrûd te ji ber berfê hat girtin.

Tîmên Îdareya Taybet ya Semsûrê, ji bo vekirina rê du rojên bênavber dixebitin.

Tîmên Îdareya Taybet ya Semsûrê heta niha bi dirêjahiya 6 kîlometreyan rê paqij kirin.

  • Çiyayê Nemrûd, ku wek devera Parka Niştimanî hatiye parastin û ji xeynî peykerên bê wêne, di Lîsteya Mîratên Cîhanî ya UNESCOyê de cih digire, bi bilindbûna 2 hezar 150 kîlometre wek “Xweşiktirîn cih bo dîtina rojhilatin û rojavabûn” tê naskirin.