Hewlêr (Rûdaw) – ENKS û Pêşverû biryara Rêveberiya Xweser a rawestandina karê Rûdawê li Rojavayê şermezar kirin û daxwaz ji Rêveberiya Xweser kirin, rê li pêşiya dezgehên ragihandinê û rojnemavan bê vekirin daku bi azadî karê xwe bikin.
Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de biryara qedexekirina karê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê weke “binpêkirina bingehên azadiya nerînê” bi nav kir.
ENKSê diyar kir, ew piştevaniya xwe ji bo Rûdaw û karmendên wê nîşan didin û daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî kir ku destêwerdanê bike û sînorekî ji binpêkirinên derheqê rojnamevanan re deyne û rojnamevanên girtî bên azad kirin.
ENKSê herwiha daxwaz kir, li Rojavayê Kurdistanê rê li pêşiya dezgehên ragihandinê bê vekirin ku bi azadî kar bikin.
Partiya Pêşverû jî li ser qedexekirina Rûdawê daxuyaniyek belav kir û got di vê dema dawî de li Rojavayê Kurdistanê cih li rojnamevanan û karê ragihandinê re hatiye tengkirin.
Partiya Pêşverû ji Rêveberiya Xweser jî xwest, êdî dawî li wan kiryaran bîne û derfetê bide rojnamevanan ji bo ku bi azadî û dûrî gefan karê xwe bikin.
Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ku xwe wek Rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyê dide nasîn, duh Şembiyê 5ê Sibata 2022 bêyî nîşandana ti sedemeke zelal karê Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê û tevahiya navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de qedexe kir.
Pêştir Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li Herêma Kurdistanê biryara rawestandina karê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kiribû û ragihandibû, “Bo azadiya rojnamevanî Rêveberiya Xweser ezmûneke reş tomar kir” û diyar kir, “Rêveberiya Xweser naxwaze zanyariyên wê navçeyê bigihin cîhanê.”
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê herwiha destnîşan kir, “Rûdaw nûçeyên Rojavayê Kurdistanê bo cîhanê vediguhêze” û hêvî kir ku Rêveberiya Xweser rê bide “rojnamegeriya azad”.
Seroka Tora Rojnamevanên Kurdên Sûriyê, Selwa Silêman jî biryara Rêveberiya Xweser a rawestandina karê Rûdawê şermezar kir û got, ew biryar ne di berjewendiya xelkê Rojavayê Kurdistanê de ye.
Tora Medyayî ya Rûdawê di daxuyaniyekê de biryara girtina ofîsa xwe ya li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve weke “tawan li dijî azadiya karê ragihandinê” bi nav kir û bi tundî ev biryar şermezar kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Tora Medyayî ya Rûdawê vê biryarê wek biryareke bi temamî siyasî dihesibîne û herwiha wek tawanekê li hember azadiya karê medyayê li Rojavayê Kurdistanê lê temaşe dike.”
Rûdaw soza berdewambûnê da xelkê Rojavayê Kurdistanê û got: “em xelkê Rojavayê Kurdistanê jî piştrast dikin ku ev biryar bi tu awayî nikare Tora Medyayî ya Rûdawê ji veguhastina nûçeyên Rojavayê Kurdistanê rawestîne û nikare Rojavayê Kurdistanê û Rûdawê ji hev cuda bike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse